Washington (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê li Koşka Spî bersiva pirsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li ser hewlên hikûmeta Îraqê yên ji bo ketina hêzên ewlehiyê ya nava Curf Sexrê da û ragihand ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî hevalê wî ye û kesekî bihêz e.
Trump her wiha got, "Dema ku Elî Zeydî bixwaze tiştekî bike, dikare bike."
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî vegera ji lûtkeya li Çînê û hevdîtina bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Çînê Xi Jinping re, li Koşka Spî pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivand.
Diyar Kurde li ser ketina hêzên Îraqê ya nahiyeya Curf Sexrê ya parêzgeha Babilê ku destê sibehê ketibûn navê, ji Serokê Amerîkayê pirsî:
"Piştî pêwendiya te ya telefonî ya bi Serokwezîrê Îraqê re ya beriya 2 hefteyan, Serokwezîrê Îraqê û hikûmeta wî hewlên xwe zêdetir kirin ji bo bêçekkirina komên milîsan -ew komên ku Îran piştgiriya wan dike- û kontrolkirina wan deverên ku di bin kontrola van koman de ne.
Gelo bi nêrîna te hikûmeta wî dikare van komên milîsan bê çek bike?"
Donald Trump di bersiva xwe de pesnê Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî da û bal kişand ser piştgiriya xwe ya ji bo wî û got:
"Baş e, dizanî, ew hevalê min e. Dizanî, ew di rêza dehem de bû û min piştgiriya wî kir û wî bi rengekî gelekî mezin serkeftin bi dest xist."
Serokê Amerîkayê rewşa bûyîna serokwezîriyê ya Elî Zeydî bi serkeftina Serokê Polonyayê re da ber hev û pê de çû:
"Ez dikarim heman tiştî ji bo Polonyayê jî bibêjim; ew [Serokê Polonyayê] di rêza 11emîn de bû, min piştgiriya wî kir û di mezintirîn serkeftina siyasî ya neçaverêkirî ya 50 salên borî de bi ser ket, bi ya min wisa gotin û niha jî li Polonyayê karekî gelekî baş dimeşîne."
Donald Trump di dawiya axaftina xwe de tekezî li ser şiyana Serokwezîrê Îraqê kir û got:
"Ji ber vê yekê, belê, ew [Elî Zeydî] mirovekî baş e.
Mebesta min ew e ku kesekî bihêz e. Bi baweriya min gava bixwaze tiştekî bike, dikare bike."



