Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Pêwendiyên Giştî ya Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Seed Meen red dike ku ti neyeta pevçûnê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de hebe.
Seed Meen da zanîn ku gavên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî tenê ji bo rêlibergirtina qaçaxçîtiya petrolê ne û got, "Pirsgirêk nîne ku deriyên sînorî bi hevbeşî bên birêvebirin."
Serokê Desteya Pêwendiyên Giştî ya Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Seed Meen ji Birêvebirê Ofîsa Bexdayê ya Rûdawê Şiko Omer re axivî.
Seed Meen di axaftina xwe de got:
"Silavên me ji bo gelê me yê xoşewîst ê li Herêma Kurdistana Îraqê hene ku ew beşeke resen û jêneqetîn a gelê Îraqê ne.
Em ji ber bertekên tund ên hinek şirovekar û heta hinek siyasetmedaran jî matmayî ne."
"Armanc nehiştina qaçaxçîtiyê ye"
Seed Meen eşkere kir ku ti pirsgirêk di rojevê de nîne û pêngavên Serokwezîrê Îraqê tenê ji bo temamkirina rêkarên lêkolînê yên li ser qaçaxçîtiya petrolê û rûbirûbûna gendeliya îdarî ne.
Seed Meen li ser vê mijarê her wiha got, "Komîte gihîştiye çend encaman û raspardeyên xwe diyar kirine. Bi ti awayî armanckirina kesekî diyar an jî parêzgehekê nîne.
Ev pêvajo tenê ji bo jiholêrakirin qaçaxçîtiyê û dabînkirina debara hemû gelê Îraqê ye, ji Zaxoyê heta Besreyê."
"Pêşmerge hêzên me yên ewlehiyê ne"
Seed Meen li ser Hêzên Pêşmergeyan û îhtimala aloziya leşkerî jî got:
"Ti neyeteke pevçûnê nîne û ti rênima yan arasteyek nîne ku bibe sedema pevçûnê.
Pêşmerge beşeke ji hêzên ewlehiyê yên Îraqê ne û ew kesûkar û gelê me ne.
Herêma Kurdistanê cihê rêz û pêzanînê ye û em helwestên wan ên di şerê li dijî teror û DAIŞê de ti carî ji bîr nakin."
"Deriyên sînorî dikarin bi hevbeşî werin birêvebirin"
Seed Meen li ser dosyeya deriyên sînor jî destnîşan kir ku yasaya deriyên sînor dixwaze ku birêvebirina wan navendî be û got:
"Pirsgirêk nîne eger ev birêvebirin hevbeş be. Ev yek gelekî baştir e ji wê ku hin deriyên nefermî û taybet hebin û li hinek ji wan qaçaxçîtî were kirin."
Seed Meen di dawiya daxuyaniya xwe ya ji bo Rûdawê de ducare kir ku ev pêvajo ji bo serweriya Îraqê ye û ev serwerî jî bêyî beşdariyeke rasteqîn û bibandor a Herêma Kurdistanê temam nabe.
Seed Meen her wiha anî zimên, "Heta niha hemû derî vekirî ne. Gavên ku tên avêtin jî dê destûrî bin û hewcedarî bi ti tundî û tirsê nîne."


