Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê, beşeke zêde ya welatiyan berê xwe daye kirîna otomobîlên hybrid û karebayî.
Bikarhênerên wan otomobîlan dibêjin, xerciyên wan zêdetirî nîvî kêm bûne û bazirganên otomobîlan jî destnîşan dikin ku niha firotina otomobîlên benzînê kêm bûye.
Sefwan Luqman, yek ji wan kesan e ku mehek e otomobîleke nû ya hybrid kiriye ku bi pergalên kareba û benzînê dixebite.
Ew dibêje wî berê heftane nêzîkî 150 hezar dînarên Îraqî (nêzîkî 100 dolarên Amerîkî) tenê ji bo benzînê xerc dikir lê niha ew xercî daketiye 50 hezar dînarên Îraqî.
Sefwan Luqman li ser sûdên wê pergalê got:
"Tu carekê tankê tijî dikî, têra du hefteyan dike û tu dikarî 1200 kîlometreyan pê biçî.
Ez gelek caran bi karebayê diçim, dema çiraya benzînê jî vêdikeve, ez hîn dikarim du rojên din bi wê otomobîlê çûn û hatinê bikim."
Guherînên li bazara otomobîlan
Zêdebûna daxwaza li ser otomobîlên hybrid û karebayî, bandoreke rasterast li ser bazar û dikanên firotina otomobîlan kiriye.
Beşek ji bazirganan dest ji hawirdekirina otomobîlên klasîk (benzîn) berda û tenê li ser cureyên nû dixebitin.
Bazirganê otomobîlan Geylan Dawid anî ziman:
"Ev 2 meh in me bi temamî dest bi firotina otomobîlên hybrid û karebayî yên cureyên Çînê kiriye.
Me dev ji firotina otomobîlên Amerîkî û benzînê berda, çimkî niha firotina wan gelekî kêm bûye û xelk daxwaza pergala nû dike."
Amadehiya pişkinîna salane
Bi belavbûna van cureyên otomobîlan re, Wezareta Karên Navxwe rênimayên nû ji bo pişkinîna wan a salane derxist.
Navendên pişkinîna otomobîlan (PVI) ji bo têgihîştina teknolojiya nû mijûlî dabînkirina amûrên nû û perwerdekirina karmendên xwe ne.
Birêvebirê Perwerde û Rahênanê yê li şirketa PVIyê Tariq Ziyad got:
"Roj bi roj otomobîlên nû derdikevin û divê em jî amûrên guncav ji bo wan dabîn bikin.
Em hemû karmendên xwe perwerde dikin ku agahiyên wan ên temam li ser hemû cureyên otomobîlan hebin."
Li Herêma Kurdistanê niha çar cureyên pergala çûn û hatina otomobîlan hene ku ev in: Karebayî, hybrid, benzîn û gaza şil-LPG.
Her yek ji van cureyan jî li gorî pergala xwe pişkinîna salane ji bo wan tê kirin.

