کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
Kurdistan

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Nûşîn Hemê

Nûşîn Hemê

19-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Nûşîn Hemê
Nûşîn Hemê19-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan
Kurdistan19-11-2026

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hemû cihên şûnwarî hatine wêrankirin.

Alîkarê Birêvebirê Giştî yê Şûnwarnasiyê Eymen Nabo û Birêvebirê Şûnwarên Efrînê Bettal Xelîl li ser rewşa şûnwarên Efrîn û Sûriyeyê ji Rûdawê re axivîn.

Wan ragihand ku şer û aloziyên li Sûriyeyê bûne sedema wêrankariyeke berfireh li ser mîrateya çandî ya welêt.

Li gorî daxuyaniyan, li herêma Efrînê hemû 36 girên şûnwarî yên tomarkirî rastî wêrankirinê hatine.

Her wiha li seranserê Sûriyeyê hejmara parçeyên şûnwarî yên ku hatine talankirin û qaçaxkirin ji 100 hezarî derbas bûye.

Nebî Hûrî û Perestgeha Eyn Darê

Bettal Xelîl tekezî li ser asta ziyanên li Efrînê kir û diyar kir ku her 36 girên şûnwarî yên ku bi awayekî fermî hatibûn tomarkirin bi awayên cuda ziyan dîtine.

Wî bi taybetî amaje bi cihên dîrokî yên wekî Nebî Hûrî (Sîrûs) û Perestgeha Eyn Darê kir ku wekî du ji girîngtirîn cihên şûnwarî yên herêmê tên naskirin û rastî kolanên bêserûber û wêrankariyê hatine.

Her wiha Çiyayê Şeran jî ku xwedî girîngiyeke dîrokî ye bi awayekî neyasayî hatiye kolan.

Eymen Nabo jî li ser vê mijarê da zanîn ku piraniya van ziyanên mezin bi bikaranîna makîneyên giran, rakirina axê û amûrên kolanê yên pêşketî pêk hatine.

Li gorî gotina Nabo, ev yek nîşan dide ku ew kar bi awayekî organîzekirî hatine kirin.

Zêdetirî 50 parçeyî hatin vegerandin

Bettal Xelîl di heman demê de qala hewlên ji bo rizgarkirina mîrateya çandî kir.

Wî eşkere kir ku wan bi hevkariya birêvebiriya xwecihî û hêzên ewlehiyê zêdetirî 50 parçeyên şûnwarî yên giranbiha ji herêmên Şeran û Bilbilê kom kirine û bi awayekî ewle vegerandine Muzexaneya Helebê.

Bettal Xelîl li ser parçeyên ku vê dawiyê li gundê Marsawayê hatin dîtin jî agahî dan.

Di nav wan parçeyan de firaqên fexarî, şemdanên hesinî, bîrdariyeke kevirî, peykerê jinekê yê ku zerer dîtibû û stûnên mermerî hebûn.

Xelîl da zanîn ku ev parçe bi awayekî fermî hatine belgekirin û ji bo parastinê ber bi embara taybet a Eyn Darê ve hatine veguhastin.

Li gorî gotinên wî, xebatên niha bi giranî li ser nûjenkirina cihên ku ziyan dîtine, paqijkirina wan a ji kavil û axê û belgekirina ziyanên heyî ne.

Bettal Xelîl got, "Êdî hesteke zêdetir a parastin û rêzgirtinê ji bo van cihên dîrokî çêbûye."

Li Îdlibê rêjeya wêrankariyê ji sedî 70 ye

Alîkarê Birêvebirê Giştî yê Şûnwarnasiyê Eymen Nabo li ser rewşa giştî ya şûnwarên Sûriyeyê jî tekez kir ku tevî nebûna amareke dawî û hûr, rêjeya wêrankariyê gelekî bilind e.

Li gorî texmînên destpêkê, rêjeya wêrankariyê li parêzgeha Îdlibê derdora ji sedî 70 ye, li Hesekê nêzîkî ji sedî 60 e, li Hemayê ji sedî 30 û li Himsê jî ji sedî 20 e.

Wî her wiha da zanîn ku asta ziyanê di nav yek cihê şûnwarî de jî diguhere û dikare di navbera ji sedî 10 û ji sedî 80yî de be.

Nabo sedemên van ziyanên mezin bi bombebarana rasterast a balafirên şer a li ser herêmên di bin kontrola serhildêran de, kolanên bêserûber ên ji bo dîtina şûnwaran û şikandina keviran a ji bo firotinê ve girê dan.

Her wiha avakirina kampên koçberan a li ser an nêzîkî cihên dîrokî, berfirehbûna bêplan a avahiyên nûjen û piştguhxistina giştî ya van cihan a di salên dirêj ên şer de jî di nav sedeman de ne.

Zêdetirî 100 hezar parçeyî hatine desteserkirin

Nabo her wiha eşkere kir ku hejmara parçeyên şûnwarî yên ku hatine desteserkirin an jî qeydkirin ji 100 hezarî derbas dibe û ev hejmar tim diguhere.

Di nav van parçeyan de parçeyên fexarî, sîkeyên kevnar, peyker û mozaîk hene.

Beşek ji van parçeyan bi awayekî dilxwazî ji aliyê welatiyan ve hatine radestkirin.

Lê beşeke mezin jî bi hevahengiya bi aliyên ewlehiyê re li balafirgehan, di nav Sûriyeyê de û li welatên derve di dema hewldanên qaçaxçîtiyê de hatine desteserkirin.

Plana sala 2026an: 55 proje

Nabo li ser planên nûjenkirinê jî ragihand ku Birêvebiriya Giştî ya Şûnwar û Muzexaneyan ji bo sala 2026an bi hevkariya gelek saziyên navxweyî û navneteweyî planeke berfireh amade kiriye ku derdora 55 projeyan li xwe digire.

Ji van projeyan 10 temam bûne, 16 di qonaxa dawî ya cîbicîkirinê de ne, 19 proje wekî dosye û lêkolîn amade ne û 10 proje jî hîn di qonaxa lêkolînên destpêkê de ne.

Ev projeyên girîng bi piştgiriya aborî ya ji budceya Birêvebiriyê û bi hevkariya çend saziyan tên pêkanîn.

Di nav wan saziyan de Enstîtuya Ewropî ya Hevkariyê û Bipêşketinê, Weqfa Axa Xan, Bernameya Pêşxistina Neteweyên Yekbûyî (UNDP), UNESCO, Wezareta Geştyariyê, Desteya Patrîkxaneyê ya Mar Efram a Bipêşketinê û Rêxistina Erdê Mirovan (Terre des Hommes) hene.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan
Kurdistan19-11-2026

Hemû endamên HEVBENDÎyê hatin berdan

Pirsên