Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di beşa veşartî ya dorseya barhilgirekê de 55 koçberên ji Efxanistanê hatin desteserkirin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Deriyên Sînor ên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Amedê di çarçoveya xebatên li dijî qaçaxçîtiya koçberan de li xaleke pişkinînê ya li ser rêya Amed û Mêrdînê ji ber gumanê barhilgirek rawestand.
Di cihekî teng û bêhewa de hatibûn veşartin
Di pişkinînên ku bi amûrên teknîkî hatin kirin de, di bin dorseyê de cihekî veşartî hat dîtin.
Ew cih bi profîlên hesinî hatiye çêkirin û bilindahiya wî metreyek û firehiya wî jî 2,5 metre ye.
55 koçberên neyasayî yên xelkê Efxanistanê yên ku di wî cihê teng û bêhewa de hatibûn veşartin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.
Şofêr hat desteserkirin
Hat ragihandin ku ji bo wan 55 koçberên Efxanistanî kar û barên dersînorkirinê dest pê kirine.
Her wiha şofêrê barhilgirê Î.Ç. jî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatiye desteserkirin.


