Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî li ser nîqaşên dawî yên li ser çekên Pêşmergeyan daxuyaniyek belav kir û destnîşan kir ku çeka Pêşmergeyan ne tenê amrazekî şer e.
Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û anî ziman ku ji ber rewşa siyasî ya taybet, hinek alî qala çeka Pêşmergeyan dikin û li ser vê mijarê şiroveyên xelet û nêrînên nerast pêşkêş dikin.
"Pêşmerge berhema xwîn û keda gel e"
Serok Barzanî diyar kir ku divê hemû alî vê rastiyê ji bîr nekin ku Pêşmerge ji xwîn, ked û hêsirên gelê Kurdistanê çêbûye.
Barzanî li ser pênaseya çeka Pêşmergeyan destnîşan kir ku ew ne tenê parçeyekî hesinî, cebilxane yan jî amrazê şer e û da zanîn:
"Çeka Pêşmergeyan dîrok, fedakarî, rûmet û bîr û baweriya wan e.
Çeka Pêşmergeyan ew soz û pêbendbûna wan a ku her tim ji bo gel, ax û niştiman heye."



