Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî Balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê Anil Bora Înan qebûl kir û pêwendiyên Îraq, Tirkiye û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya parêzgeha Hewlêrê Balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê Anil Bora Înan qebûl kir.
Baregeha Barzanî li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de li ser pêşhatên dawî û şer û aloziyên li herêmê gotûbêj hatin kirin.
Baregeha Barzanî da zanîn, "Balyozê Tirkiyeyê pesnê siyaseta hekîmane ya Herêma Kurdistanê da."
Anil Bora Înan destnîşan kir ku tevî hewlên xistina Herêma Kurdistanê ya şer û êriş û bombebaranên berdewam, Herêma Kurdistanê bi her awayî hewl daye nebe beşek ji şer û aloziyên herêmê.
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê
Di beşeke din a civînê de rewşa piştî pêkanîna hikûmeta Îraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin nirxandin.
Her wiha pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û aliyên siyasî yên Îraqê jî hatin gotûbêjkirin.
Baregeha Barzanî eşkere kir:
"Her du aliyan hêvî kir ku hewlên çareserkirina pirsgirêkan, hevahengiya temam a di warên cuda de û nehîştina astengiyan bi ser bikevin."
Serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê
Di civînê de qala pêwendiyên Îraq, Tirkiye û Herêma Kurdistanê jî hat kirin.
Encamên serdana dawî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li bipêşxistina pêwendî û dostaniya her du aliyan hat kirin.
Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û gavên ji bo xebata pêvajoya siyasî mijareke din a civînê bû.


.jpg&w=3840&q=75)
