Hewlêr (Rûdaw) - Bextyar Mihemed eşkere kir ku pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmergeyan di "qonaxên dawî" de ye.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Bextyar Mihemed destnîşan kir ku peymana lihevtêgihîştinê ya bi Amerîkayê re meha îlonê bi dawî dibe û ji bo berdewamiya alîkarî û rahênanan pêwîstiya wan bi peymaneke nû heye.
Bextyar Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û diyar kir:
"Em bi gelek gavên baş bi pêş ve çûne. Em dikarin bibêjin ku ji bo bicihanîna peymanê tenê mijara dawî maye, ew jî qonaxa avakirina deveran û xebata hevbeş a bi Wezareta Pêşmergeyan re ye."
Peymana lihevtêgihîştinê ya di navbera Wezareta Pêşmergeyan û Amerîkayê de Îlona 2026an bi dawî dibe.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan da zanîn ku heta niha deverên 1ê û 2yan ên yekeyên 70 û 80yî dest bi kar nekiriye.
Bextyar Mihemed anî ziman ku pêwîst e di destbikarbûna wan de lez were kirin û li pey çû:
"Piştî vê gavê, dê di erkên nav Wezareta Pêşmergeyan û deveran de pêdaçûn were kirin."
Daxwaza peymaneke nû
Berpirsê Wezareta Pêşmergeyan daxwaza peymaneke nû ya bi Amerîkayê re kir û got:
"Bidawîhatina peymanê bi wateya bidawîbûna pêbendiyên her du aliyan e."
Wî destnîşan kir ku pêwîst e ji bo peymaneke nû kar were kirin û anî ziman:
"Pêwîst e peymaneke nû hebe, ev peyman dualî be yan jî bi rêya hikûmeta federal be."
Bextyar Mihemed destnîşan kir ku ev yek ji bo welatên din ên di nav Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de ne jî rast e ku welatên wekî Brîtanya, Fransa, Almanya, Holenda û Îtalyayê jî li xwe digire.
Mihemed tekez kir ku hemû alîkarî û hevahengiyên bi hevpeymanan re dê "bi razîbûna hikûmeta federal bin."
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan li ser girîngiya yekkirina temam a hêzên Pêşmergeyan ragihand:
"Serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmergeyan jî gihîştine wê yekê ku pêwîst e bi lez dever werin avakirin û dest bi kar bikin."
Wî eşkere kir ku ev yek bûye pêwîstiyek û got:
"Çimkî em hemû dizanin ku Pêşmerge sembol e.
Hêzeke xebatkar û canfeda bûye, loma avakirin, birêxistin û bişiyankirina vê hêzê erkekî exlaqî, niştimanî û neteweyî ye."
Bextyar Mihemed her wiha ragihand ku ew firqe û lîwayên ku berê di çarçoveya pêvajoya yekkirinê de hatine birêxistin ti pirsgirêkên wan nînin û ew di bin fermandariya deveran de erkên xwe bi cih tînin.


