Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê rapora kontrolkirina bazarê ya 5 mehên salê eşkere kir.
Di encama zêdetirî 20 hezar kontrolan de, 101 ton xwarinên xerabûyî yên ku tenduristiya xelkê dixistin metirsiyê hatin jinavbirin û 85 dikan û kargeh jî hatin girtin.
Ji bo ku welatî bigihêjin xwarinên tendurist, li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê û li seranserî herêmê kontrol hatin zêdekirin.
Birêvebirê Giştî yê Bazirganiyê Newzad Şêx Kamil amarên 5 mehên ewil ên sala 2026an ji Rûdawê re eşkere kirin.
20 hezar kontrol û 85 biryarên girtinê
Ji meha Kanûna Paşîn ve tîmên Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê li qadê bi giştî 20 hezar û 705 kontrol kirine.
Di van serdanan de 674 binpêkirin hatin tesbîtkirin.
85 cihên bazirganiyê yên ku tenduristiya xelkê li ber çavan negirtine bi awayekî demkî yan jî heta hetayê hatin girtin.
Her wiha di çarçoveya kontrolan de bi giştî cezayê pereyan li 735 dikanan hat birîn ku koma wan 150 milyon û 163 hezar dînar e.
Di meha Gulanê de kontrol zêdetir bûn
Meha Gulanê ku amadehiyên Cejna Qurbanê dest pê kirin, bû meha ku herî zêde kontrol lê hatine kirin.
Li gorî amarên ku Newzad Şêx Kamil parve kirine, tîman di vê mehê de zêdetirî 4 hezar dikan û kargeh kontrol kirine.
Di encama kontrolên tund de 13 cihên kar bi temamî hatin girtin û cezayê pereyan li 236 dikanan hat birîn.
Her wiha zêdetirî 33 ton xwarinên xerabûyî û yên ku dema wan derbas bûye ji bazarê hatin komkirin û hatin jinavbirin.
Amara herî balkêş a operasyonên ji destpêka salê ve, qebareya xwarinên ku hatine jinavbirin e.
Zêdetirî 101 ton kel û pelên xwarinê yên ku dema wan derbas bûye, şertên parastina wan xerab bûne yan jî naveroka wan sexte bûye ji aliyê tîman ve hatin jinavbirin.
Birêvebirê Giştî Şêx Kamil destnîşan kir ku kontrol dê bi biryardarî bidomin û bangî welatiyan kir ku gava rastî berhem û dikanên gumanbar hatin, rayedaran agahdar bikin.



