Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya pêvajoya asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Ermenistanê de bi piştgiriya hikûmetên her du welatan, nûnerên cîhana karsaziyê ya Ermenistanê di sînorê bejahî re derbasî Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û bi karsazên Tirkiyeyî re civiyan.
Di pêvajoya asayîkirinê de gaveke nû hat avêtin, berê şandeyên fermî hev dîtibû, vê carê jî karsaz 2yê Hezîranê li Qersê hatin cem hev.
Nûnerên şirketên ji sektorên xwirek, vexwarin, av, ava fêkiyan, fêkî, tûtin, avahîsazî, geştyarî û kulîlkan beşdarî civînê bûn.
Karsazên her du welatan ji bo destpêkirina bazirganiya rasterast kêfxweşiya xwe anî ziman.
Beşdaran her wiha temamkirina rêkarên îdarî yên li Tirkiyeyê yên ji bo bazirganiya rasterast a bi Ermenistanê re erênî pêşwazî kir.
Bi saya vê rêxistinê, di veguhastina baran a di navbera her du welatan de eger di ser welatekî sêyem re derbas bibe jî, di belgeyan de dê îfadeya "Ermenistan/Tirkiye" were bikaranîn.
Di civînê de her wiha bal hat kişandin ser giringiya gihîştina berhemên Ermenistanê ya xeta hesinî ya Axilkelek–Qersê.
Beşdaran destnîşan kir ku ev yek dê ji bo bazirganiya dualî û herêmî derfetên nû biafirîne.
"Li ku derê veguhastin hebe li wir bazirganî heye"
Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê yê Qersê Kadîr Bozan di civînê de axivî û got:
"Ji bo ku potansiyela aborî ya herêma me bi temamî derkeve holê, xurtkirina binesaziya veguhastin û lojîstîkê xwedî giringiyeke mezin e.
Vekirina Deriyê Sînorî yê Dogukapiyê (Akyaka/Akhurik) û bi awayekî çalak xebitandina xetên bejahî û hesinî ji bo paşeroja aborî ya herêma me gelekî giring e.
Ev mijar ne tenê ya Qersê yan a Ermenistanê ye, ya hemû herêmê ye.
Çimkî li kû derê veguhastin hebe li wir bazirganî heye.
Li kû derê bazirganî hebe li wir veberhênan heye.
Li kû derê veberhênan hebe li wir îstihdam heye.
Li kû derê îstihdam hebe li wir refah heye û li kû derê refah hebe li wir paşeroj heye."
Nûnerên Erziromê jî beşdar bûn
Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Erziromê Saîm Ozakalin jî anî ziman ku ev civîn ji bo xurtkirina bawerî, diyalog û hêviyên paşerojê derfeteke giring e û diyar kir ku aboriya cîhanê di pêvajoyeke guherînê de ye û got:
"Hevsengiyên bazirganiya gerdûnî ji nû ve ava dibin.
Ewlehiya enerjiyê, xetên lojîstîk û hevkariyên herêmî ji her demê giringtir bûne.
Bipêşxistina pêwendiyên aborî yên bi cîranan re û teşwîqkirina veberhênanên dualî giringiyeke taybet diparêze."
"Bazirganiya rasterast mimkin e"
Şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Hayk Darbinyan jî eşkere kir ku ev civîn bi saya asayîbûna pêwendiyên her du welatan pêk hatiye û destnîşan kir ku di navbera Tirkiye û Ermenistanê de derfetên mezin ên pîşesazî û bazirganiyê hene û li pey çû:
"Êdî dê bi rêya trênê bazirganiya rasterast a di navbera Tirkiye û Ermenistanê de mimkun be.
Ji vir dê bazirganiyek bigihêje Ewropayê.
Ez bawer im ev civîn dê rê veke ku em hev baştir nas bikin û bibe destpêka peymanên nû."
Alîkara Birêvebirê Giştî yê Kafkasya û Asyaya Navîn a Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Ayşe Uzerê jî ragihand ku ew îro li ser sînorekî dîrokî şahidiya gaveke giring dikin.



