Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dulkadîrogluyê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî zavayê xwe kuşt.
Li navçeya Dulkadîrogluyê, şeva borî ji ber sedemeke nediyar di navbera Y.E. û zavayê wî Î.O.yê 30 salî de nîqaş derket.
Di encama nîqaşê de Y.E. bi kêrê Î.O. ji çend cihên laşê wî birîndar kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Î.O. bir Nexweşxaneya Bajêr a Necîp Fazil lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê mir.
Polîsan ji bo desteserkirina Y.E. dest bi xebatan kir ku piştî bûyerê reviyaye.



