کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Li Efrînê xwendekarên pola 9an ketin ezmûnan: ‘Min pir dixwend’

Solîn Mihemed Emîn

Solîn Mihemed Emîn

05-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Solîn Mihemed Emîn
Solîn Mihemed Emîn05-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Efrîn (Rûdaw) – Li dibistanên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê xwendekarên amadehiyê dikevin ezmûnan.

Xwendekara Kurd Sîlvanaya ji Efrînê dikeve ezmûna pola 9an û ew bi girî ji ezmûnê derket.

Sîlvana ne ku bi ser neketibû, ji ber ku tenê 1-2 pile bi başî nebersivandibû.

Dayîka wê jî li ber derî li benda wê bû.

Xwendekara pola 9an Sîlvana Numanê li ser ezmûna xwe got:

“Min di nava saet û nîvekê de xilas kir.

Ez hêvî dikim ku dê encam baş be.”

Xwendekareke din a bi navê Mîryam Îbişê jî diyar kir ku ew gelekî xebitiye û anî ziman:

“Min bi rastî pir dixwend. Ez sibehan zû radibûm û min dixwend.

Dê û bavê min alîkariya min kir. Mamoste pir rind bûn.”

Li gorî du bernameyên xwendinê, xwendekarên Efrînê û gundewarê wê beşdarî ezmûnan bûn.

Mamosteya Şêwirmend Umeya Hemdiyê li ser beşdariya xwendekaran agahî dan û anî ziman:

“Gelek kesên bi temen li cem me ketin ezmûnên pola 9an.

Kesên 20-25 salî û heta 30 salî jî li cem me hebûn.

Wan bi awayê xwendina azad ezmûn pêşkêş kir.

Di dawiyê de du rojan lînk 24 demjimêran hat vekirin ku navên xwe tomar bikin.

Piştî wê bi hefteyekê, me dîsa lînk vekir ku xwendekar xwe tomar bikin.

Ji bo pejirandina xwendekaran gelek hêsankarî hatin kirin.”

Amarên ezmûnan

Li herêma Efrînê 2 hezar û 550 xwendekar beşdarî ezmûnan bûn.

Ev xwendekar li 18 navendên ezmûnan ên li bajar û bajarokan hatine dabeşkirin.

Li parêzgeha Helebê 77 hezar û 77 xwendekar beşdarî ezmûnan bûn û ew li 323 navendan hatine dabeşkirin.

Li tevahiya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 464 hezar û 25 xwendekar beşdarî ezmûnên pola 9an dibin.

Ji wan 450 hezar û 884 xwendekarên fêrbûna sereke û 13 hezar û 141 xwendekarên Şerîetê ne.

Ev xwendekar li 2 hezar û 53 navendên ezmûnan hatine dabeşkirin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên