کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Koçberên ji Serê Kaniyê / Wêne: Arşîv

Koçberên ji Serê Kaniyê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Zehra Semo: Navên 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin Serê Kaniyê hatin wergirtin

Nûşîn Hemê

Nûşîn Hemê

06-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Nûşîn Hemê
Nûşîn Hemê06-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku navên nêzîkî 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin hatine tomarkirin û radestî hikûmeta Sûriyeyê hatiye kirin.

Berdevka Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê Zehra Semoyê diyar kir ku komîteyê amareke hûrgilî ya li ser koçberên wê deverê amade kiriye.

Di vê çarçoveyê de navên nêzîkî 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin Serê Kaniyê hatine tomarkirin.

Zehra Semoyê destnîşan kir ku ev lîste radestî hemû aliyên pêwendîdar ên dosyeya vegerê û hikûmeta Sûriyeyê hatiye kirin û got:

"Ev gav ji bo birêxistina pêvajoya vegerê û parastina mafên koçberan hatiye avêtin."

Semoyê  her wiha teqez kir ku piştî bidawîhatina vegera koçberên Efrînê, dê vegera koçberên Serê Kaniyê jî dest pê bike.

Xebatên ji bo vegera ewle didomin

Zehra Semoyê  ji Rûdawê re eşkere kir ku ew di asta yasayî û mirovî de xebatên xwe didomînin ku vegereke ewle û birûmet ji bo koçberan dabîn bikin.

Wê amaje bi wê yekê kir ku hinek rêkarên têkildarî garantiyên ewlehiyê û amadehiyên vegerê hîn di qonaxa şopandinê de ne û niha kar li ser temamkirina gavan tê kirin ku koma yekem a koçberan vegere cih û warê xwe.

Zehra Semoyê anî ziman ku civînên wan ên bi şandeya Serokkomariya Sûriyeyê re ku ji bo bicihanîna peymana di navbera Şam û HSDyê de hatiye avakirin, dê berdewam bikin.

Berdevka komîteyê her wiha ragihand ku hîn 350 malbatên ji taxa Xiwêran a Hisîçayê û hejmarek malbatên ji Dêrezor, Hema û Himsê li Serê Kaniyê ne û divê ew jî vegerin cihên xwe.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên