Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Trafîkê yê Parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê Medya Xelîlê malbatan hişyar hişyar kirin û ragihand ku di nava salekê de 1617 qezayên trafîkê çêbûne û 106 kesan di wan qezayan de mirine
Berpirsa Trafîkê yê Parêzgeha Hisîçayê Emîd Medya Xelîlê beşdarî bultena Rûdawê bû pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Wê amarên qezayên trafîkê yên li herêmê eşkere kirin.
Her wiha amaje bi sedemên sereke yên qedexekirina motosîkletan jî kir.
Emîd Medya Xelîlê da zanîn ku ji ber qezayan her sal bi sedan welatî dibin qurbaniyên rêyan.
Di salekê de 1617 qeza
Medya Xelîlê amarên salekê yên Hisîçayê eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya wê, di nava salekê de hezar û 617 qezayên trafîkê çêbûne.
Di van qezayan de 106 kesan canê xwe ji dest daye û hezar û 435 kes jî birîndar bûne.
Medya Xelîlê destnîşan kir ku 3 sedemên sereke yên van qezayên kujêr hene û ew sedem wiha rêz kirin:
-Xerabûna rêyan,
-Bikaranîna camên reş ên otomobîlan ku dibe sedema kêmdîtinê,
-Otomobîlan zarok û ciwananên temenbiçûk diajon.
Her wiha hat diyarkirin ku qezayên giran zêdetir li ser rêyên dirêj û navdewletî yên wekî rêya di navbera Hisîça, Qamişlo û Dêrikê de pêk tên.
Çima motosîklet hatin qedexekirin?
Medya Xelîlê li ser pirsa sedema qedexekirina motosîkletan a li Qamişlo û parêzgeha Hisîçayê jî wiha got:
"Ev biryar him ji bo ewlehiya giştî him jî ji bo parastina canê welatiyan hatiye dayîn. Di van demên dawiyê de bi motoran gelek bûyerên dizî û kuştinê çêbûn.
Her wiha tenê ji cejnê û heta niha di qezayên motoran de 27 kesan canê xwe ji dest daye. Ji bo berjewendî û ewlehiya civakê, me piştî guftûgoyan ev biryar da.
Me zanîbû ku hinek malbat debara xwe li ser motoran dikin, ji ber wê me wext da wan da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin lê di dawiyê de jiyana mirovan ji her tiştî girîngtir e."
"Ehliyetên Rêveberiya Xweser li Şamê jî derbasdar in"
Medyayê di beşeke din a hevpeyvînê de eşkere kir ku ehliyetên ajotinê yên ku Rêveberiya Xweser dide, li Şamê û deverên di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de jî tên qebûlkirin.
Welatiyên Kurd ên ku ji welatên din diçin ziyaretê jî dikarin bi ehliyetên xwe yên Ewropî li herêmê otomobîlan biajon.
Wê derbarê îhtîmala tevlîbûna Hêzên Trafîkê yên Rojava ya nav Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê diyar kir ku ew wekî saziyekê her tim amade ne karê xwe bikin lê belê dibe ku pergala rêveberiyê û hin mercên qebûlkirina endaman werin guhertin.
Rola jinan di nav refên polîsên Trafîkê de
Medya Xelîlê bal kişand ser beşdarbûna jinan a di nav refên trafîkê de.
Wê diyar kir ku jin di hemû ast û beşan de xwedî rol in û beşên nû jî ji bo wan tên vekirin.
Medya Xelîlê di dawiya axaftina xwe de, bangî malbat û welatiyan kir ku ji bo pêşîgirtina li mirinan alîkariya polîsan bikin:
"Hêzên trafîkê 24 demjimêran li ser kar in. Em rojane dibin şahidên mirin û qezayên giran. Berpirsyarî ne tenê ya polîsan e.
Divê malbat nehêlin zarokên wan otomobîlan biajon û welatî jî pabendî qanûnên trafîkê bin da ku em karibin jiyana wan biparêzin."
.webp&w=3840&q=75)

