Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku derengketina avakirina kabîneya nû bandoreke neyînî li ser îmaja Herêma Kurdistanê ya li cîhanê kiriye.
Qubad Talebanî her wiha got, "Bêyî PDKyê YNK û bêyî YNKyê jî PDK nikare hikûmetê ava bike."
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro li Silêmaniyê di çarçoveya Foruma Aboriyê ya Delphiyê de civîneke rojnamegerî li dar xist.
Wî li ser xebatên avakirina hikûmetê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pirsgirêka meaşan û pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKKyê de daxuyaniyên girîng dan.
"Ez şerm dikim ku em nikarin hikûmetê ava bikin"
Qubad Talebanî da zanîn ku ew dixwazin Kabîneya 10an a Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de were avakirin û ev baweriya wan a bingehîn e.
Wî bal kişand ser zerera ku dirêjbûna pêvajoyê li qada navneteweyî çêkiriye û got:
"Dost, cîran û hevpeymanên me ji me dipirsin 'Hûn dê kengî hikûmetê ava bikin?'.
Çimkî dirêjbûna vê pêvajoyê dest bi xerakirina îtibara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li paytextên cîhanê kiriye.
Îraqa cîran ku di nav şer de ye, tevî gelek partiyan û pevçûnên navxweyî yên di navbera Şîe û Sunneyan de, karî van astengiyan derbas bike û hikûmetê ava bike.
Ez bi xwe şerm dikim ku her çend salek û 8 meh derbas bûne jî me di navbera du partiyan de hikûmetek ava nekiriye."
“Em şirîkatiyeke rasteqîn dixwazin”
Qubad Talebanî tekez kir ku êdî ti hincet ji bo neavakirina hikûmetê nemaye û wiha pê de çû:
"Berê qal li ser hejmara kursiyan dihat kirin. Kerem bikin, niha hûn hejmara kursiyan, erdnîgarî yan jî dîrokê li gorî kîjan pîvanê hesab bikin jî divê hûn vê hikûmetê bi hev re ava bikin. Ev rastiyek e.
Bêyî PDKyê YNK nikare hikûmetê ava bike û bêyî YNKyê jî PDK nikare li Kurdistanê hikum bike.
Ez hêvî dikim ku birayên me yên di nav PDKyê de jî fêm kiribin ku divê em dev ji vê serhişkiya heta îro berdin."
Qubad Talebanî ku di heman demê de Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye, destnîşan kir ku partiya wî ji bo diyalogê amade ye û wiha got:
"Em amade ne li ser pênaseyeke nû ji bo hikûmetê li hev bikin ku li ser bingeha şirîkatiyeke rasteqîn be û tê de berpirsyarî bên parvekirin, ne îmtiyaz.
Me bi PDKyê re pêşnûmeyeke vîzyona hevpar amade kir û ez hêvî dikim ku ew ji vê yekê bi paş ve gav neavêjin.
Em dixwazin hevdîtinên me li kû qut bûbin ji wir dest pê bikin. Pirsgirêka me ya bi PDKyê re ne şexsî ye lê ez hîs dikim ku di nav PDKyê de nêrînên cuda hene."
Qubad Talebanî her wiha bangî Serok Mesûd Barzanî û serkirdayetiya PDKyê kir û got:
"Dibe ku nakokiyên siyasî hebin lê divê civîn bidomin. Nabe ku em her dema aciz bûn deriyan bigirin."
"Eger ez şêwirmendê wî bûma min dê nehîştiba wisa ji Bexdayê veqete"
Qubad Talebanî qala pêwendiya xwe ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî kir û got:
"Ez ji Kak Mesrûr hez dikim. Lê eger ez şêwirmendê wî bûma, gava ku ew çû Bexdayê min dê jê re bigota divê bi Serokkomar re jî bicive û min dê destûr nedaba ku bêyî dîtina Serokkomar ji Bexdayê veqete."
“Bexda êdî dixwaze hikûmeteke çalak bibîne”
Qubad Talebanî di civîna de pirsa Rûdawê ya li ser meaşên karmendan besivand û diyar kir ku çareseriya pirsgirêkê bi şefafiyetê pêkan e û got:
"Pirsgirêka meaşan parçeyek ji peymana berfireh a di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.
Lê belê aliyê Îraqê êdî dibêje, 'Em naxwazin tenê bi hikûmeteke demkî ya ku rojê rizgar dike re bibin mixetab, em dixwazin hikûmeteke çalak a ku dixebite û parlamentoyeke wê ya ku çavdêriya proje û qanûnan dike hebe.'
Divê em li hemberî hev şefaf bin û bibin beşek ji biryarên siyasî yên li Bexdayê.
Niha mijarên wekî petrol, ASYCUDA (Pergala Birêvebiriya Gumrikê) û dahatên ji bilî petrolê di navbera Îraq û Kurdistanê de li ser maseyê tên gotûbêjkirin."
Têkiliyên bi Tirkiyeyê re û peyama "Pêvajoya Aştiyê"
Qubad Talebanî qala mijarên herêmî û pêwendiyên bi Tirkiyeyê re jî kir û anî zimên ku Tirkiye aktorekî aborî, siyasî û ewlehiyê yê girîng û bihêz e û got:
"Me gelek hewl da da ku em nêrîna Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdistanê, bi taybetî jî li hemberî Silêmanî û YNKyê biguherînin.
Bandora pêngavên me yên li Foruma Delphiyê jî çêbû. Jixwe gava Ahmet Davutoglu hat Kurdistanê daket sûkê û ji aliyê gel ve gelekî baş hatibû pêşwazîkirin. Ew îsal dîsa hat."
Alîkarê Serokwezîr li ser nîqaşên pêvajoya çareseriyê ya nû ya li Tirkiyeyê jî peyameke zelal da û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Em wekî YNKyê bûn aliyê yekem ku pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKKyê de bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Ji ber ku dê careke din aştî û aramiyê bîne herêmê, heta ku pêwîstiya wan bi me hebe em dê ji bo serkeftina vê pêvajoyê alîkar bin."


