Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) eşkere kir ku bi dronekê baregeha wan a li parêzgeha Hewlêrê hatiye bombebarankirin.
Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Pêwendiyan ê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Edîb Xalîdiyan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Bi drona Şahid 136 a Îranê, demjimêr 07:56ê vê sibehê em hatin bombebarankirin.
Baregeha me ya Çemşarê ya li nêzîkî nahiyeya Dareşekranê hat bombebarankirin.
Zerereke mezin a madî gihîşt baregeha me lê kes nemir."
Li Akrê 2 dron hatin xistin
Her wiha îro li nahiyeya Bicîlê ya navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê êrişeke dronî hat pûçkirin.
Birêvebirê nahiyeya Bicîlê Beşar Mihemed ji Rûdawê re got:
"Du dron ji aliyê balafiran ve li esman hatin teqandin û parçeyên wan li gundên Guzar û Ziravokê ketin."
Li ser zererên wê bûyerê, birêvebirê nahiyeyê diyar kir ku ti zererên canî û madî çênebûne.
Êrişên li partiyên Rojhilatê Kurdistanê didomin
Tevî ku 8ê Nîsanê agirbesta şerê Amerîka û Îranê hat ragihandin jî, êrişên Îranê yên li baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê didomin.
Tenê meha borî bi dron û mûşekan 21 êriş li partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatin kirin.


