Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Dihokê Elî Teter li ser vexwendina Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê beşdarî bernameya Roja Taştêyê ya Cîhanê ya li Wanê bû.
Elî Teter di vegera xwe de çû navçeya Geverê ya Colemêrgê.
Beşdarî sersaxiyê bû
Elî Teter di çarçoveya serdana xwe de, çû sersaxiya ciwanê 25 salî Ozgur Korkmaz Nêrweyiyê ku li Geverê miribû.
Parêzgar Elî Teter sersaxî da malbat û xizmên wî. Her wiha ew li herêmê bi rûspî û gel re civiya.
Di hevdîtinên ku di atmosfereke germ de pêk hatin de, li ser rewşa civakî ya herêmê, pêwendiyên biratiyê û têkiliyên dualî nirxandin hatin kirin.
Spasiya xelkê herêmê kir
Parêzgarê Dihokê Elî Teter piştî ku serdanên xwe yên li Geverê bi dawî kirin, ji ber mêvanperweriya wan spasiya xelkê herêmê kir.



.webp&w=3840&q=75)