Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Serê Kaniyê bi hêviyeke mezin dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe.
Lê belê, ji ber ku komên çekdar hîn li herêmê ne astengiyên ewlehiyê li pêşiya vegerê hene.
Li aliyê din hewlên fermî yên ji bo vegerê didomin û tê plankirin ku mekanîzmayeke wekî ya Efrînê bê cîbicîkirin.
Koçberên Serê Kaniyê bi dilgermî li benda wê yekê ne ku pişta xwe bidin wan konên wêran û bi serbilindî vegerin ser mal û milkên xwe.
Tevî hemû hewlên ku tên dayîn, heta niha astengiyên mezin li pêşiya pêvajoya vegerê hene.
Parêzer, hiqûqnas û endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re qala astengiyên sereke yên li ber vegera koçberan dike.
"Ji aliyê ewlehiyê ve rewş hîn ne zelal e"
Parêzer û hiqûqnas Ciwan Îso li ser mijarê axivî û got:
"Li Serê Kaniyê û gundewarên wê rewş ji bo vegera koçberan ne amade ye.
Komên çekdar û malbatên wan hîn li Serê Kaniyê û gundewarên wê ne û mal û milkên xelkê Serê Kaniyê hîn di destê wan de ne.
Ji bo vegerê jî xebatên baş tên kirin lê ji aliyê siyasî û ewlehiyê ve rewş hîn ne zelal e."
Dê mekanîzmaya Efrînê bê bicihanîn
Li ser asta fermî jî hewlên rêxweşkirinê didomin.
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hisîçayê û alîkarê wî roja şemiyê serdana Serê Kaniyê kir.
Wan dosyeya vegera koçberan bi berpirsên herêmê re gotûbêj kir.
Piştî serdanê, Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlekariyê Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) ji Rûdawê re axivî.
Mehmûd Xelîl Elî got, "Amadekarî ji bo vegerandina xelkê Serê Kaniyê tên kirin û mekanîzmaya vegerê dê mîna ya Efrînê be.
Dê komîteyên rakirina mayînan bên avakirin û lîsteyên navên kesên ku vedigerin bên amadekirin.
Rewşa malên wan dê bê şopandin. Li ser vê bingehê jî dê karwanên vegerê bên birêkirin."
Nêzîkî 200 malbat vegeriyane
Tevî zehmetiyan jî, hinek malbatên Serê Kaniyê vegeriyane warê xwe.
Endezyar Hozan Tingo ku xelkê Serê Kaniyê ye, ji Rûdawê re ragihand ku heta niha di navbera 150 û 200 malbatan de vegeriyane.
Hozan Tingo da zanîn, hinek malbatên ku vegeriyane gundên xwe mal û zeviyên xwe jî wergirtine.


.webp&w=3840&q=75)