Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê bi xem û kovaneke kûr nûçeya koça dawî ya hevkarê me Helkewt Ezîz radigihîne.
Helkewt Ezîz, nûçegihan û berpirsê Nivîsgeha Rûdawê ya Bexdayê bû.
Ew piştî ku li ser rêya di navbera Bexda û Besreyê de rastî qezayeke trafîkê hatibû, îro piştî nîvro ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da.
Helkewt, nûçegihanekî jêhatî, xebatkarekî bêwestan û endamekî dilsoz ê malbata Rûdawê bû.
Wî her tim bi bawerî, rastgotinî û profesyonelî rûmala rûdanan dikir.
Wî ji ber pêbendbûna xwe ya bêdawî ya bi xebata xwe re, li ser ekranê û di dilê hevalkarên xwe û xelkê Kurdistanê de şopeke zelal û bibandor hişt.
Helkewt Ezîz bi eslê xwe ji bajarê Kerkûkê bû. Ew sala 1989an di koçberiyê de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye.
Wî dîplomaya xwe ya derhêneriyê ji Beşa Şanoyê ya Enstîtuya Hunerên Bedew a Kerkûkê wergirtibû û nêzîkî 16 salan di qada medyayê de xizmet kir.
Raporên wî yên nejibîrkirî
Ew 20ê Kanûna Pêşîn a 2015an tev li Tora Medyayî ya Rûdawê bû.
Wî di wê demê de berhemên bêhempa û raporên nejibîrkirî pêşkêş kirin.
Rûmala wî ya berfireh a ji bo xwenîşandanên Besreyê yên Hezîrana 2018an nîşaneya jêhatîbûna wî bû.
Her wiha raporên wî yên dilhej ên derbarê dîtina rûfatên Kurdên enfalkirî yên li çolên Semawayê yên Tîrmeha 2019an mînakeke din a wêrekiya wî ya di gihandina rastiyan de bûn.
Wî bi zimanekî mirovî yê bihêz, çîroka wan zarokên enfalkirî vegot ku di dema gulebarankirinê de bi tundî xwe bi hembêza dayîkên xwe ve zeliqandibûn.
Koça ji nişka ve ya Helkewt Ezîz ji bo me hemûyan şokeke mezin bû.
Ew ne tenê rojnamegerekî serkeftî bû. Wî bi dilovanî, merdanî û rûgeşiya xwe, hezkirina hemûyan bi dest xistibû.
Xizmet, dilsozî û giyanê zindî yê Helkewt dê her tim di bîra Rûdawê de bimînin.
Em sersaxiya xwe ya kûr arasteyî malbat, kesûkar, heval û hemû bîner, guhdar û xwînerên Rûdawê dikin.
Em ji Xwedayê Mezin dixwazin ku sebirê bide hemû aliyan û cihê wî bike bihuşta berîn.
Biranîna wî tim bi xêr be û rihê wî yê pak aram be
Tora Medyayî ya Rûdawê



