Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, ji ber koça dawî ya Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê belav kir.
Bafil Talebanî di peyama xwe de sersaxî da malbat, heval û hevkarên Helkewt Ezîz.
Serokê YNKyê sersaxî ji hevkarên wî yên li Tora Medyayî ya Rûdawê re xwest û anî zimên ku ew xemgîniya wan parve dikin.
"Xwedê wî bi bihuştê şa bike"
Bafil Celal Talebanî di dawiya peyama xwe de ji Xwedê xwest ku ruhê Helkewt Ezîz bi bihuştê şa bike.
Her wiha wî hêvî kir ku Xwedê sebir û aramiyê bide malbat û hemû mirovên wî.
Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Helkewt Ezîz, îro di encama qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest da.



