Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Çandiniyê yê Dihokê ragihand ku ji ber baranên baş îsal pêşbîniya berhemeke rekor a genim tê kirin.
Tê texmînkirin ku dê berhema îsal zêdetirî 600 hezar tonan be.
Lê belê cotkar ji wê para kêm dilgiran in ku ji aliyê Hikûmeta Federal a Îraqê ve ji bo kirîna genim hatiye diyarkirin.
Birêvebirê Giştî yê Çandiniyê yê Dihokê Ehmed Cemîl ji Rûdawê re qala berhema genim a îsal kir.
Ehmed Cemîl got, “Îsal li parêzgeha Dihokê nêzîkî 902 hezar donim erd bi genim hatiye çandin.
Ji ber ku rêjeya baranê gihîştiye hezar û 285 mîlîmetreyan, em li benda berhemeke gelekî baş û bikalîte ne.”
"Divê ew rêjeya kêm bê zêdekirin"
Ehmed Cemîl amaje pê kir ku pirsgirêka sereke para wergirtina genim e ku ji aliyê Bexdayê ve hatiye diyarkirin û got:
“Ez nizanim wan li ser çi bingehê ew pîvan danîne. Divê ew rêjeya kêm bê zêdekirin.
Bi taybetî jî par cotkaran ji ber kêmbaraniyê zerer dîtibû û diviyabû îsal wekî piştgiriyekê bihatana qerebûkirin.”
Li aliyê din, Birêvebiriya Çandiniyê ji bo alîkariya cotkaran nêzîkî hezar û 300 ton tovê pesendkirî li wan belav kiriye.
Du vebijêrkên ji bo berhema zêde
Derbarê çarenivîsa berhema zêde de, Cemîl behsa du vebijêrkan kir û anî zimên:
“Em wekî Birêvebiriya Çandiniyê dê zextê li Hikûmeta Federal bikin da ku rêjeyê zêde bike.
Her wiha du şirketên sektora taybet li Herêma Kurdistanê hene ku dikarin genimê zêde ji cotkaran wergirin.”
Pirsgirêkeke din a îsal ew e ku li parêzgehên cîran ên wekî Mûsil û Kerkûkê jî berhema genim zêde ye.
Wan parêzgehan berê beşek ji genimê Herêma Kurdistanê dikirî lê îsal ew bi xwe jî hewceyî bazarê ne.


