Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê agir bi zeviyên genim ket.
Di du şewatên cuda de nêzîkî 230 donim zeviyên genim zerer dît.
Tîmên agirvemirandinê midaxeleyî şewatan kir û agir kontrol kir.
Li ser sedemên derketina agir lêpirsîn hat destpêkirin.
Li Qoserê 80 donim zevî zerer dît
Li navçeya Qoserê ji ber sedemeke nediyar agir bi zeviyeke genim ket.
Hinek kesan dû dît û tîmên agirvemirandinê agahdar kirin.
Tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û bi du wesayîtan midaxeleyî agir kir.
Tîman agir kontrol kir lê di şewatê de nêzîkî 80 donim zeviya genim zerer dît.
Li Nisêbînê 150 donim şewitî
Li navçeya Nisêbînê jî agir bi zeviya genim ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn herêmê û agir kontrol kir û vemirand.
Nêzîkî 150 donim zeviya genim di vê şewatê de zerer dît.
Bi tevahî di şewatên her du navçeyan de 230 donim zeviyên genim bûn xwelî.
Ji bo diyarkirina sedemên derketina agir lêkolîn û lêpirsîn didomin.



