Hewlêr (Rûdaw) - Bi pêşengiya DEM Partiyê ji bo daxwaza berdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, 27 û 28ê Hezîranê li Amed, Stenbol, Mêrsîn û Wanê mîtîng bên lidarxistin.
Mîtînga ku bi pêşengiya DEM Partiyê dihat plankirin 4ê Kanûna Paşîn li Amedê bê lidarxistin, ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê hatibû paşxistin ku 25ê Kanûna Paşîn bê lidarxistin.
Lê piştî ku Walîtiya Amedê ragihand ku li seranserê bajar çalakî 4 rojan hatine qedexekirin, DEM Partiyê mîtînga ji bo Ocalan careke din bi paş xistibû.
Dema nû hat eşkerekirin
Li Amedê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, parlamenter û hevserokên şaredariyan ên DEM Partiyê bernameyek hat lidarxistin.
Di bernameya bi navê “Deklarasyona Ji bo Mîtînga Azadiyê” de demên nû yên mîtîngan hatin eşkerekirin.
Li gorî daxuyaniyê, dê 27ê Hezîranê li Wan û Mêrsînê, 28ê Hezîranê jî li Amed û Stenbolê ji bo Ocalan mîtîng bên lidarxistin.



