Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mehsertê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, ava kanalîzasyonê heta ber deriyê Qonaxa Hikûmetê diherike.
Vê rewşê xelkê navçeyê bêzar kiriye.
Şêniyên navçeyê ev 5 sal in di nav vê bêhna genî û qirêjiyê de hatine hiştin.
Xelkê navçeyê bangî Şaredariya Bajarê Mezin a ku di destê qeyûm de ye dike.
Ew dixwazin êdî ev pirsgirêk çareser bibe.
Li Taxa Cumhuriyetê ava pîs heta ber Qonaxa Hikûmetê diherike.
Vê yekê jiyan li şêniyan heram kiriye.
Bêhna genî û dîmenê qirêj sîmaya navçeyê têk dide û gel jî perîşan kiriye.
“Ava kanalîzasyonê gihîştiye ber deriyê dewletê”
Serokê Komeleya Karsazên Mehsertê Mehmet Nezîr Uzunkaya ku bi xwe jî şêniyê navçeyê ye, li dijî vê xemsariyê derket.
Uzunkaya bi kameraya telefona xwe kêmasiyên binesaziyê yên li ser rêya saziyên fermî û geştyariyê nîşan dan.
Wî hewara xwe gihand rayedaran.
Uzunkaya bal kişand ser wê yekê ku ava kanalîzasyonê gihîştiye ber deriyê dewletê.
Uzunkaya ji ber ku bi salan e ev pirsgirêk nayê çareserkirin nerazîbûna xwe wiha anî zimên:
"Ava kanalîzasyonê ya taxa me niha heta ber Qonaxa Hikûmetê herikiye.
Ev 5 sal in em mecbûr mane vê bêhna genî bikişînin û di nav vê pîsîtiyê de bijîn.
Ez bangî Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê û Serokê MARSUyê dikim.
Werin li karê xwe xwedî derkevin û erkê xwe bi cih bînin. Ev milet ne layîqî vê pîsîtiyê ye!"
“Şerm e, guneh e!”
Uzunkaya bi bîr xist ku ew der deriyekî geştyariyê ye.
Gelek geştyarên navxweyî û biyanî di vê rêyê re derbas dibin.
Uzunkaya diyar kir ku ev dîmen li bejna Mehsertê nayê û got:
"Ma ev pîsîtî li Mehserta me tê? Qaşo dema geştyariyê ye lê li ser rêya geştyaran pîsîtiya kanalîzasyonê heye. Şerm e, guneh e!"
Şêniyên Mehsertê daxwaz dikin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û tîmên MARSUyê destwerdanê bikin.
Ew dixwazin vê pirsgirêka ku tenduristiya wan dixe metirsiyê yekser çareser bikin.



