کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Ferhad Hemo û Helkewt Ezîz / Wêne: Rûdaw Grafîk

Ferhad Hemo û Helkewt Ezîz / Wêne: Rûdaw Grafîk

Kurdistan

Malbata Ferhad Hemo: Helkewt Ezîz hevkarê peyva azad bû

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

09-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran09-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata rojnamegerê Tora Medyayî ya Rûdawê yê winda Ferhad Hemo, ji bo koça dawî ya Birêvebirê Ofîsa Rûdawê yê Bexdayê Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê belav kir.

Malbatê di daxuyaniya xwe de got, "Ew hevkar û hevkarê rêya peyva azad bû."

Di peyama ku ji bajarê Qamişloyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin de wiha hat gotin:

"Malbata rojnamegerê winda Ferhad Hemo bi xem û kovaneke kûr nûçeya koça dawî ya rojnamegerê ezîz û hevpîşeyê rêya peyva azad bihîst.

Wî di qezayeke trafîkê ya biêş de canê xwe ji dest da."

"Wendahiyeke biêş e"

Malbata Ferhad Hemo ji Tora Medyayî ya Rûdawê, malbata Helkewt Ezîz û hemû heval û hevpîşeyên wî re sersaxî xwest û wiha got:

"Koça dawî ya rojnamegerekî ku jiyana xwe ji bo gihandina rastiyê û xizmeta civakê terxan kiriye, ji bo tevahiya malbata ragihandinê windahiyeke biêş e."

Malbatê di dawiya peyamê de wiha daxwaz kir:

"Em bi dilekî tijî êş hevparê vê xema mezin in. Em ji Xwedê dixwazin ku wî bi rehma xwe şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û hezkiriyên wî."

Bûyera trafîkê ya dilsoj

Birêvebirê Ofîsa Rûdawê yê Bexdayê Helkewt Ezîz doh di dema bicihanîna erkê xwe yê rojnamegeriyê de qeza kiribû.

Bûyer li ser rêya di navbera Bexda û Besreyê de çêbû û wî canê xwe ji dest da.

Cenazeyê wî îro li Goristana Rehîmawayê ya Kerkûkê hat veşartin

Ferhad Hemo kî ye?

Nûçegihanê Rûdawê Ferhad Hemo 15ê Kanûna Pêşîn a 2014an dema ku bi kameramanê xwe Mesûd Eqîl re li ser rêya sereke ya di navbera Qamişlo û Til Koçerê de amadekariya raporekê dikir, ketibû kemîna çekdarên DAIŞê.

Ew û kameramanê xwe ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin.

Mesûd Eqîl 21ê Îlona 2015an hat berdan lê Ferhad Hemo heta niha jî winda ye.

Ferhad Hemo 10ê Îlona 1989an ji dayîk bûye. Wî demekê beriya ravandina xwe jiyana hevjîniyê pêk anîbû.

Ferhad Hemo beriya ku li Rûdawê bixebite, li Rojavayê Kurdistanê di çend dezgehên xwecihî de xebitîbû.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên