Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ji bo koça dawî ya Birêvebirê Ofîsa Rûdawê yê Bexdayê Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê belav kir.
Birêvebirê Ofîsa Rûdawê yê Bexdayê Helkewt Ezîz doh li ser rêya di navbera Bexda û Besreyê de di qezayeke trafîkê ya dilşewat de çû ser dilovaniya Xwedê.
Parêzgarê Hisîçayê (Hesekê) Nûredîn Ehmed di peyama xwe de hevxemiya xwe bi Tora Medyayî ya Rûdawê re parve kir.
Nûredîn Ehmed destnîşan kir ku Helkewt Ezîz bi hewldanên xwe xizmeta rojnamegeriya Kurdî kiriye û şopeke zelal li pey xwe hiştiye.
"Keda wî nayê jibîrkirin"
Parêzgarê Hisîçayê di peyama xwe de anî zimên:
"Em ji ber koça dawî ya Helkewt Ezîz a di qezayeke dilsoj de sersaxiyeke kûr didin Tora Medyayî ya Rûdawê.
Hewldanên wî dê di bîranînan de bimînin û keda wî ya ji bo gihandina rastiyê nayê jibîrkirin."
Nûredîn Ehmed di dawiya peyama xwe de sersaxî da malbata Helkewt Ezîz jî û got:
"Em sersaxiyê didin malbata wî ya birêz. Em ji Xwedê daxwaz dikin ku rehmeke fireh lê bike û sebir û aramiyê bide wan.
Em jê (Xwedê) hatine û em dê li wî vegerin."



