Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Murat Karasu diyar kir ku sedema sereke ya bipêşneketina "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ew e ku dewlet gavên pêwîst navêje.
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Murat Karasu di hevpeyvîneke bi ANFyê re de bipêşketin di rojevê de nirxandin kirin.
Murat Karasu her wiha nêrînên xwe yên derbarê "mafê hêviyê", sererastkirinên nû yên qanûnî, zextên li ser CHPyê û bûyerên herêmî parve kirin.
Konseya Ewropayê û nîqaşên "mafê hêviyê"
Karasu diyar kir ku dema Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabû Tirkiyeyê qediyaye.
Wî destnîşan kir ku tevî vê yekê jî di mijara "mafê hêviyê" de ti gav nehatine avêtin.
Karasu îdia kir ku Tirkiye gavên demokratîkbûnê bi çareseriya Pirsgirêka Kurdan ve girê dide.
Karasu her wiha got ku Yekîtiya Ewropayê jî li hemberî vê nêzîkatiyê helwesteke bibandor nîşan nade.
"Eger Ocalan rola aktîv nelîze pêvajo bi pêş nakeve"
Murat Karasu bal kişand ser bangên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û nîqaşên ku didomin.
Karasu got ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê "Abdullah Ocalan rola aktîv bilîze."
Karasu wiha axivî, "Eger Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş nekeve, yek ji sedemên wê yên girîng ew e ku dewleta Tirk gavên pêwîst navêje.
Ev gav di derbarê aktoriya sereke yê pêvajoyê Rêber Apo de ne. Eger şert û mercên xebata azad ên Rêber Apo nebin, pêvajo bi pêş nakeve."
Banga Karasu
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Murat Karasu xebatên Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê û amadekariyên qanûnî yên ku di raya giştî de belav bûne nirxandin.
Karasu got ku sererastkirinên ku tenê li ser danîna çekan hûr dibin dê têr nekin.
Karasu diyar kir ku ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan pêwîstî bi qanûnekê heye.
Wî destnîşan kir ku divê "qanûneke kok" an jî "qanûneke çarçove" ya berfireh bê amadekirin ku rê li ber demokratîkbûnê veke.
Karasu wiha pê de çû, "Pêdivî bi qanûneke kok heye ku înkar û asîmîlasyonê ji holê rake û rê li ber demokratîkbûnê veke.
Pêdivî bi sererastkirinekê heye ku rêya çareseriya Pirsgirêka Kurdan a sed salî veke.”
Zextên li ser CHPyê
Murat Karasu dozên darazê yên li ser CHPyê rexne kirin.
Wî anî zimên ku ev hewldanên jinûvedîzaynkirina mixalefetê ne.
Karasu daxuyand ku desthilat destwerdana siyaseta demokratîk dike.
Wî got ku di çareseriya pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê de nabe ku mixalefeta sereke li derve bê hiştin.
Rexneya li Îranê û hişyariya "tehrîkê"
Karasu bal kişand ser aloziya Amerîka û Îranê û pêşhatên li herêmê.
Wî nîşandana Îranê ya wekî aktoreke "dijî-emperyalîst" rexne kir.
Karasu diyar kir ku li ser sînorê Îranê endamekî PKKyê canê xwe ji dest daye û ev bûyer "tehrîkeke eşkere" ye û wiha got:
"Hêzên Îranê kemînê datînin. Ev tehrîkeke eşkere ye. Bi îdam û zextan civak nayê kontrolkirin."
Bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç da
Karasu bal kişand ser haqareta karsaz Rahmî Koç ku li jinên Kurd kiribû.
Karasu diyar kir ku gotinên Koç nayên wateya helwesteke şexsî û tenê.
Karasu anî zimên ku ev rengvedana wê têgihiştina rûniştî ya li hemberî Kurdan e û wiha pê de çû:
"Rahmî Koç zîhniyeta li Tirkiyeyê derxistiye holê. Ev mesele tenê bi gotinên kesekî nayê ravekirin."
Karasu diyar kir ku Kurd di huner, edebiyat û medyayê de bi awayekî neyînî tên nîşandan.
Murat Karasu her wiha got ku tenê bi lêborînxwestinê ev mesele nayê derbaskirin.



