Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu ji bo koça dawî ya Helkewt Ezîz sersaxî ji Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata wî re xwest.
Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz doh li ser rêya Bexda û Besreyê di encama qezayeke trafîkê de koça dawî kir.
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu ji bo Helkewt Ezîz ji Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed re nameyeke sersaxiyê şand.
Topçu di peyama xwe de got:
"Ez dixwazim ji ber koça dawî ya hevkarê we Birêz Helkewt Ezîz xemgîniya xwe ya kûr bînim ziman.
Ez li ser navê Konsulxaneya me ya Giştî û li ser navê xwe, sersaxiyê ji malbat û hevkarên wî re dixwazim."
Erman Topçu di nameya ku bi îmzeya wî hatiye weşandin de destnîşan kir ku ew hem li ser navê Konsulxaneyê û hem jî wekî kesekî ji ber vê bûyerê gelekî xemgîn ne.



