Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Vejînê ya Kurdistanê ragihand ku Berdevkê wan Ferîd Azad û hevalê wî Faîq Teyran hatine girtin.
Tevgera Vejînê ya Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku biryara girtina Ferîd Azad û Faîq Teyran hatiye dayîn û ew birine Girtîgeha Amedê.
Her wiha hat eşkerekirin ku Mistefa Dilsoz û Mihemed Qetînî hatine berdan.
Tevgerê li ser vê biryarê got, "Li hemberî vê zilm û neheqiyê em dê bêdeng nemînin û nikarin me rawestînin."
Parêzer Sidki Zîlan: Polîsan êrişî wan kir
Parêzer Sidki Zîlan jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û anî ziman ku Ferîd Azad doh destê sibehê ji bo parvekirinên xwe yên li ser "redkirina wîjdanî" û zimanê Kurdî hatibû desteserkirin.
Azad piştî darizandinê bi şertê "girtina li malê" hatibû berdan.
Sidki Zîlan eşkere kir ku dema Ferîd Azad ji dadgehê derketiye xwestiye bi malbata xwe re vîdeoyekê parve bike lê polîsan ji ber axaftina wî ya bi Kurdî henekên xwe bi wî kirine û pişt re nîqaş derketiye.
Zîlan destnîşan kir ku bi dehan polîsan êrişî Ferîd Azad û 3 hevalên wî kir û ew derb kirine.
Piştî vê bûyerê bi hinceta "li dijderketina polîsan" ducare hatine desteserkirin.
Parêzer Sidki Zîlan diyar kir ku dîmenên li ber dadgehê hatine birîn û bi îftirayan li ser medyayê hatine belavkirin.
Çi bûbû?
Berdevkê Tevgera Vejînê ya Kurdistanê Ferîd Azad 25ê Gulanê vîdeoyek belav kiribû.
Wî di wê vîdeoyê de li gel leşkerekî Tirk nîqaş dikir û digot, “Ez li welatê xwe bi Tirkî naaxivim û leşkeriyê ji bo Tirkan nakim.”
Her wiha wî 7ê Hezîranê li kafeyekê vîdeoyek belav kiribû û ragihandibû ku xebatkarên kafeyê daxwaza wan a muzîka Kurdî red kiriye.
Ferîd Azad piştî van parvekirinan ji aliyê hinek derdorên nijadperest ve hatibû armanckirin.
Azad berî ku were desteserkirin bi rêya hesabê xwe yê Xê gotibû:
“Niha hêzên ewlehiyê yên Tirkan hatine malê, min dibin. Me serî daniye rê û bi Xwedayê Kurdistanê bestiye pişt.”



