Dêrsim (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de li wan herêmên ku Umut Altaş nîşan dabûn xebatên lêgerînê tên kirin.
Umut Altaş piştî derxistina bultena sor li Amerîkayê hat girtin û niha li cihên ku wî li deverên cuda yên Dêrsimê nîşan dane dest bi xebatên lêgerînê hatiye kirin.
Xebatên ji bo dîtina Gulistan Dokuyê yên ku nêzîkî du mehan in ji nû ve dest pê kiriye li cihên cuda yên Dêrsimê didomin.
Di xebatên ku bi koordîneya Wezareta Navxwe û Wezareta Dadê tên meşandin de, cendirme bi amûrên dîtina binê erdê lêgerînê dikin.
Her wiha kûçikên kadavrager ên ku ji Fermandariya Cendirmeyan a Erziromê hatine jî beşdarî xebatan dibin.
Umut Altaş li ser cihê termê Gulistanê gotibû: "Ez cihê rast ê term nizanim lê dibe ku li derdora zanîngehê, li herêmên bêmirov be.
Bila li wan xalên ku kes naçe wan binêrin. Her wiha divê li rex gilêşxaneya tesîsa paqijkirina avê jî lêkolîn bên kirin."
Xebat li gorî qeydên stasyonên bazê yên bertengkirî û wan cihên ku gumanbar tên dîtin tên meşandin.
Di çarçoveya xebatên ku du meh in didomin de, li gelek xalan lêkolîn û kolan hatin kirin.
Hat zanîn ku Serdozgera Komarê ya Dersimê Ebru Cansu jî bi xwe beşdarî hinek xebatên lêgerîn û kolanê bûye.


