Hewlêr (Rûdaw) - Komeke çekdar a ser bi rejîma Sûriyeyê, li bajarê Helebê pênc endamên malbateke Kurd a ji Kobanêyê revandin.
Çekdaran ji bo berdana du zarokan ji malbata wan 100 hezar dolar dixwazin.
Xalê zarokan Kemal Mehmûd bû mêhvanê Rûdawê û bangî hemû aliyan kir ku alîkariya wan bikin da ku her du zarok bên rizgarkirin.
Çawa hatin revandin?
Kemal Mehmûd Nehsan ku li Kobanêyê dijî û xalê zarokên revandî ye, di weşana zindî ya Rûdawê de hûrgiliyên rûdanê eşkere kirin.
Kemal Mehmûd da zanîn ku bûyer şeva 9ê Hezîranê li nêzîkî li Helebê, di dema ku malbat ji bo nexweşxaneyê diçû, qewimiye.
Kemal Mehmûd got, "Malbata me ji bo nexweşxaneyê çûbû Helebê.
Komekê bi du otomobîlan rê li ber wan girt. Çekdaran çav û destên endamên malbatê girêdan û ew revandin.
Çekdaran ji wan re gotiye 'Em hikûmet in'."
Di nav kesên hatine revandin de sê jin û du zarok hebûn.
Kemal Mehmûd diyar kir ku çekdaran paşê dayîka wî ya 54 salî û her du xwişkên wî Nesrîn Mehmûda 21 salî û Îlham Mehmûda 29 salî (ku dayîka zarokan e) serbest berdan.
Lê her du xwaziyên wî wekî rehîn di destê çekdaran de man.
Fidyeya 100 hezar dolarî û gefa kuştinê
Kemal Mehmûd da zanîn ku dema revandinê çekdaran 20 hezar dolarên xwişka wî ya ku li gel wan bû jî birine.
Niha jî ji bo berdana du zarokan daxwaza 100 hezar dolaran dikin.
Her du zarokên di destê çekdaran de ne, Elî Yasir Kermoşê 16 salî û Ebdullah Yasir Kermoşê 9 salî ne.
Kemal Mehmûd li ser gefên çekdaran wiha axivî:
"Çekdar gefê li me dixwin û dibêjin eger hûn 100 hezar dolarî nedin, em dê zarokan bikujin û vîdyoya wan belav bikin."
Kemal Mehmûd her wiha diyar kir ku ew malbateke xizan in û derfeta wan a dana vî pereyî tune ye: "Kêmtirî 10 dolarên me hene, em dê çawa 100 hezar dolaran bidin?"
'Me Asayîşa Kurdî û hikûmet agahdar kiriye'
Kemal Mehmûd li ser hewldanên wan ên ji bo rizgarkirina zarokan, daxuyand ku wan Asayî Rêveberiya Xweser û asayîşa hikûmeta Sûriyeyê agahdar kirin.
Kemal Mehmûd got: "Me Asayîşa Kurdî û hikûmeta Sûriyeyê ji vê rûdanê agahdar kirine." Lê heta niha wan ti bersiv an bertekeke fermî ji saziyan wernegirtiye.
Malbata zarokan bi rêya Rûdawê bangî saziyên pêwendîdar, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û berpirsên Heleb û Kobanêyê dikin da ku ji bo rizgarkirina Elî û Ebdulah bi lez destwerdanê bikin û wan ji destê vê koma çekdar a li Helebê rizgar bikin.

