Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriye û Îraqê Tom Barrack, hefteya bê serdana Hewlêrê bike.
Barrack dê li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive.
Hat ragihandin ku Barrack dê li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokrtatîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî bicive.
Malpera nûçeyan a Al-Monitorê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye ragihand ku piştî tayînkirina wî ya ji bo peywira Nûnerê Taybet ê Sûriye û Îraqê yê Serokê Amerîkayê, Barrack dê hefteya bê geşta xwe ya yekem a fermî ya li herêmê bike.
Li gorî nûçeyê, du rawestgehên serdanê dê Bexda û Hewlêr bin.
Hevdîtinên krîtîk ên li Hewlêrê
Li gorî zanyariyên ku Al-Monitorê parve kirine, Tom Barrack dê roja sêşemê derbasî Hewlêrê bibe.
Ew dê li gel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bicive.
Tê çaverêkirin ku Barrack di çarçoveya serdanê de li gel Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî jî bicive.
Tê pêşbînîkirin ku di civînan de bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê, têkiliyên di navbera aliyên Kurdan de, dosyeyên ewlehiyê yên herêmî û siyaseta Sûriyeyê ya Amerîkayê werin nirxandin.
Li Bexdayê rojev belavkirina komên çekdar e
Her wiha tê plankirin ku Tom Barrack roja duşemê li Bexdayê li gel rayedarên Îraqî bicive.
Li gorî nûçeyê, tê çaverêkirin ku Barrack li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî û berpirsên din ên bilind were ba hev.
Xala sereke ya rojeva civînan dê belavkirin û bêçekkirina wan komên çekdar be ku di meha nîsanê de ji êrişên li ser dîplomatên Amerîkayî berpirsiyar hatibûn girtin.
Hat destnîşankirin ku tê çaverêkirin Washington di vê mijarê de zextên xwe yên li ser birêvebiriya Bexdayê zêde bike.
Korîdorên nû yên enerjî û bazirganiyê
Di nûçeyê de hat gotin ku piştî aloziya li Tengava Hurmizê û dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê, hinartina nefta Îraqê ji rojane 3 milyon û 300 hezar bermîlî daketiye nêzîkî 600 hezar bermîlan.
Di vê çarçoveyê de hat gotin ku Barrack dê ji bo kêmkirina pêbendbûna Îraqê ya bi enerjiya Îranê re, mijara avakirina korîdorên nû yên bazirganî û enerjiyê yên di ser Tirkiye û Sûriyeyê re jî bîne rojevê.
Gumanên li ser daxuyaniyên komên ser bi Îranê ve
Al-Monitorê diyar kir ku ji hêzên ser bi Muqteda Sedir û hinek komên çekdar ên wekî Esaîb Ehlî El-Heq peyamên amadebûna ji bo bêçekbûnê dane lê çavdêrên siyasî bi guman nêzîkî van daxuyaniyan dibin.
Pispor dinirxînin ku dibe ev gavên navborî, gaveke taktîkî ya Îranê be ku dixwaze di dema pêvajoya dan û standinên nukleerê de zextên navneteweyî yên li ser xwe kêm bike.
Amerîka li herêmê li pey hevsengiyeke nû ye
Di nûçeyê de her wiha hat gotin ku Tom Barrack berî destpêkirina geşta xwe ya li herêmê li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civiyaye.
Ev trafîka dîplomasiyê wekî beşeke ji hewldana Washingtonê tê nirxandin ku berî vekişîna temam a hêzên Amerîkayê ya di meha Îlonê de ji Îraqê, dixwaze Îraqê ji qada bandora Tehranê dûr bixe, şirîkatiya herêmî xurttir bike û di warê ewlehî û enerjiyê de hevsengiyên nû ava bike.


