Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku civînên wan ên li Şamê yên ji bo tevlîkirina saziyan bi awayekî erênî derbas bûne
Nûredîn Ehmed her da zanîn ku Deriyê Sînorî yê Nisêbînê vê hefteyê venabe.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Nûredîn Ehmed diyar kir ku wan li Şamê li ser tevlîbûn û aktîfkirina saziyên Hisîçayê zincîreyeke civînên girîng li gel aliyên pêwendîdar pêk anîne.
Di nav wan aliyan de Wezareta Aborî û Pîşesaziyê, Wezareta Birêvebirina Herêmî û Jîngehê û tîma serokatiyê ya di bin serokatiya Ziyad Ayiş de hebûn.
Astengiyên li pêş xebatan hatin çareserkirin
Nûredîn Ehmed got, “Di van civînan de piraniya dosyeyên girêdayî pêvajoya tevlîbûnê û aktîvkirina birêvebirî û saziyên giştî hatin gotûbêjkirin.
Her wiha ew astengiyên ku rê li ber vê pêvajoyê digirtin hatin çareserkirin, da ku di rojên pêş de kar û xebat bi leztir bi rê ve biçin.”
Parêzgarê Hisîçayê bal kiand ser gavên nû û bi geşbînî got::
"Bi îzna Xwedê, di nav vê hefteyê de em ê gavên nû û baş bavêjin. Di her warî de rewş baş e û encamên civînan pir erênî bûn.”
Vekirina Deriyê Nisêbînê
Nûredîn Ehmed li ser pirsa vekirina Deriyê Sînorî yê Nisêbînê ku nûçeyên vekirina wê ya di nav hefteyekê de hatibûn belavkirin, diyar kir ku vekirina derî pêdivî bi demê heye û niha hatiye bipaşxistin.
Nûredîn Ehmed her wiha destnîşan kir ku ev yek di nav vê hefteyê de pêk nayê.



