Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a li Kobaniyê Emîn Salih li ser bûyerên li gundê Aşmê yê Kobaniyê ji Rûdawê re axivî.
Hefteya borî di navbera xelkê gundê Aşmê û gundê Cehdê yên Kobaniyê de alozî derketibûn.
Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê çûbûn gundê Aşmê da ku rê li ber alozaiyan bigirin.
Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a li Kobaniyê Emîn Salih ji Rûdawê re qala bûyeran kir.
Emîn Salih diyar kir ku “pirsgirêkeke hêsan a di navbera du şivanan de” pêvajoya tevlîbûna Asayîşê û Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê xistiye metirsiyê.
Li gorî gotina wî, ev bûyer zû “ji pirsgirêkeke civakî veguherî pevçûneke çekdarî.”
Emîn Salih anî zimên ku hinek alî hewl didin bi vê yekê pêvajoya tevlîbûnê têk bibin.
Çi rû da?
Emîn Salih di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re hûrgiliyên wan aloziyan eşkere kirin ku li gundên Aşmê û Cedeyê qewimîn û got:
“Pirsgirêkê ji wê yekê dest pê kir ku keriyê pez ê şivanekî Kurd li derdora gundê Cedeyê yê Ereban diçêriya.
Vê yekê jî rê li ber gotegotan û şerê her du malbatan vekir.”
Dema ku dewriyeyeke Asayîşê ji bo navbeynkariyê û aramkirina rewşê çûye cihê bûyerê, ji ber têgihiştina şaş a şêniyan gule li dewriyeyê hatine reşandin û endamekî Asayîşê birîndar bûye.
Salih destnîşan kir ku rewş pişt re gelekî xerab bûye û li pey çû:
"Di dema lêgerîna li endamekî windabûyî yê Asayîşê de, droneke hêzên ewlehiyê ji ber pirsgirêkeke teknîk ket xwarê û li derdora gundê Aşmê bû sedema şewatê."
Hişyarî da
Emîn Salih hişyarî da û diyar kir, "Hinek aliyan xwest vê bûyerê ji bo çandina fitneyê ya di navbera Kurd û Ereban de bi kar bînin.
Heta heman rojê 3 caran êrişî xaleke me ya din a ewlehiyê ya li gundê Cib El-Ferecê kirin."
Ji sedî 70yê pêvajoya tevlîbûnê temam bûye
Emîn Salih li ser pêvajoya siyasî ya tevlîbûna hêzan amarên nû ji Rûdawê re eşkere kirin.
Li gorî agahiyên ku wî fermandarî dane, nêzîkî ji sedî 70yê dosyeyên taybet ên wekî amarên hûr ên çek û wesayîtan radestî Ewlekariya Hundirîn a Helebê hatine kirin.
Tomara nêzîkî hezar endamên Asayîşa Kobaniyê ji aliyê komîteya hevbeş a Wezareta Karên Navxwe û Ewlekariya Hundirîn a Helebê ve hatiye wergirtin.
Li gorî gotina wî, hejmara giştî ya endamên Asayîşê yên li herêma Kobaniyê di navbera hezar û 500 û hezar û 600 kesî de ye û pêvajoya tomarkirina navên kesên din jî didome.
Emîn Salih destnîşan kir ku ev ne tenê pêvajoyeke îdarî ye û eşkere kir ku ev yek bicihkirina peymana 29ê Kanûna Paşîn e ku di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer de hatiye îmzekirin.
Kî li pişt astengiyan e?
Emîn Salih li ser wan aliyên ku naxwazin ev pêvajo bi ser keve destnîşan kir ku hinek alî û kesayetî bi rêya medyaya civakî hewl didin vê nêzîkbûna di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de têk bibin û anî zimên:
"Ew naxwazin aramî vegere Sûriyeyê. Me lîsteya wan kesan daye Ewlekariya Hundirîn a Helebê da ku tedbîran li hemberî wan bigirin."
Wî her wiha daxuyand ku ev alî ne di nav Rêveberiya Xweser de ne û ne aliyên fermî ne, tenê berjewendiyên wan di berdewamiya nearamiyê de hene.
Pirsgirêkên dadweriyê û nasnameya Asayîşê
Yek ji astengiyên herî mezin ên qanûnî ku Emîn Salih ji Rûdawê re zelal kir, mijara sîstema dadweriyê ye.
Wî li ser vê mijarê got, "Niha Asayîş wekî aliyê bicihhêner ê li Kobaniyê di mijara dadgehan de asê maye, ji ber ku hîn sîstema dadweriyê û dadgeh bi hikûmeta nû re nehatine yekkirin."
Fermandarê Asayîşê eşkere kir ku Asayîşa Kobaniyê dê di paşerojê de di nav Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê de cih bigire.
Wî li ser pirseke Rûdawê ya derbarê nasnameya vê hêzê jî got:
"Asayîşa Kobaniyê dê li gorî sîstem, yasa û destûra nû ya dewletê ya ku biryar e were amadekirin, xwedî cih be û dê wekî beşeke fermî ya Wezareta Karên Navxwe kar bike. Lê parastina taybetiya herêmê û mafê pêkhateyan dê bingeh be."

.webp&w=3840&q=75)

