کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî, Tom Barrack û Mezlûm Ebdî eşkere bû

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

16-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran16-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê bi Nûnerê Taybet ê Trump ê ji bo Kar û Barên Îraq û Sûriyeyê û Fermandarê Giştî yê HSDyê re civiya.

Nêçîrvan Barzanî got, "Diyalog û lihevtêgihiştina navbera aliyan û parastina mafên Kurd û pêkhateyan ên li Sûriyeyê rêya çareserkirina pirsgirêkan e."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê Kar û Barên Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civîneke hevbeş pêk anî.

Hevkariya Kurd û Şamê

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de bipêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha rewşa Sûriyeyê û hevkariya di navbera Kurdan û Şamê de hatin nirxandin.

Helwesta Amerîkayê

Li gorî daxuyaniyê, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku welatê wî dê ji bo parastina aştî û aramiyê piştgiriya xwe bidomîne.

Tom Barrack tekez kir ku ew dê ji bo dîtina çareseriyên guncav ên ji bo pirsgirêkên li Sûriyeyê hewldanên xwe bidomînin.

"Parastina mafên Kurdan"

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî ducare kir, "Diyalog û lihevtêgihiştina di navbera aliyan de û parastina mafên Kurdan û pêkhateyan ên li Sûriyeyê, rêya çareserkirina pirsgirêkan e."

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê vê mijarê de amadebûn û piştgiriya Herêma Kurdistanê nîşan da û got ku ew amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina asayîş û aramiyê bibin alîkar.

Bipêşxistina hevkarî û hevahengiya hevpar a ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û pêkanîna asayîş û aramiyeke mayînde li herêmê, mijarên din ên vê civîna sêalî bûn.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên