Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack qebûl kir.
Tom Barrack silavên Serokê Amerîkayê Donald Trump gihandin Serok Barzanî û dilxweşiya xwe ya ji bo vê hevdîtinê anî zimên.
Rola Herêma Kurdistanê
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê pesnê rol û pêgeha Serok Barzanî ya di aramiya Îraq û herêmê de da.
Tom Barrack tekez kir ku pêwîstiya Îraq û herêmê bi aramiyê heye.
Barrack diyar kir, "Herêma Kurdistanê di vê mijarê de him niha û him jî ji bo paşerojê xwedî roleke girîng e."
Barrack her wiha heyraniya xwe ya ji bo geşbûn û bipêşketina Herêma Kurdistanê anî zimên û ew wekî mînakekê wesifand.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî ducare kir ku Herêma Kurdistanê her tim faktora aramiyê bûye.
Serok Barzanî da zanîn ku ew ji bo hemû pirsgirêkên Îraq û herêmê alîgirê diyalog û çareseriya dîplomatîk in.
Serok Barzanî destnîşan kir, "Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji pirsgirêkan lê agirê şer û nakokiyên herêmê bi neheqî gihîştiyê."
Serok Barzanî anî zimên, "Pêwîst e Rojhilata Navîn ji bo şêniyên xwe ber bi rewşeke aram û xweşguzeraniyê ve biçe."
Hikûmeta nû ya Îraqê û bêçekkirina mîlîsan
Di beşeke din a civînê de, her du aliyan balê kişand ser girîngiya karkirina bi hev re û hevahengiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta nû ya Îraqê.
Tom Barrack behsa pêwîstiya aramkirin û parastina pergala siyasî ya Îraqê kir.
Barrack girîngiya parastina rola dewletê ya di kontrolkirina hêzên çekdar ên nefermî de anî zimên.
Barrack piştgiriya xwe ya ji bo Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ducare kir da ku mîlîsan bêçek bike û wan bixe bin desthilata dewleta Îraqê.
Li aliyê din, Serok Barzanî jî derbarê hikûmeta nû ya Îraqê piştgiriya xwe ya ji bo Serokwezîr Elî Zeydî ducare kir.
Serok Barzanî diyar kir ku "pêwîst e hemû alî ji xeletiyên berê dersê wergirin."
Serok Barzanî xwest ku li ser bingeha şirîkatî, hevsengî û lihevkirinê û di çarçoveya destûrê de kar bê kirin.
Dostaniya stratejîk û aborî
Di dawiya civînê de, li ser rewş û hevkêşeyên herêmê bîr û ra bi hev hatin guhertin.
Her du alî hevfikir bûn ku ji bo aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê bi hev re li ser çend pêşîneyên hevpar kar bikin.
Wan xwest ku dostaniyeke stratejîk a demdirêj di warê aborî de were avakirin û weberhênan were bipêşxistin.



