Qamişlo (Rûdaw) - Pêvajoya vegerandina koçberên Girê Spî û Reqayê derbasî qonaxeke nû bûye.
Bi avakirina komîteyeke hevbeş a di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de, li Kobanî û Qamişloyê bi sedan malbatan navên xwe tomar kirine da ku vegerin ser mal û milkên xwe.
Amadekarî li Hisîçayê û herêmên din jî didomin.
Koçber fikarên xwe yên li ser ewlehî û wêrankariya xaniyên xwe tînin zimên lê dîsa jî bi biryardariyeke mezin berê xwe didin warê xwe.
Fikar û biryardarî
Malbateke Kurd a ji Reqayê di şerê van demên dawiyê yê di navbera Kurdan û hikûmetê de koçberî Qamişlo û Rimêlanê bûye.
Ew niha di amadekariya vegera ser mal û halên xwe de ne.
Jina Kurd a bi navê Bereke Mehmûd Ebdê li ser metirsiyên xwe wiha axivî:
“Heke em biçin û careke din dijmin di gundê me de hebin em dê çi bikin?
Keçên me hene, bûk û xortên me hene. Em nikarin hema wisa herin.
Heke serê min jî jê bikin ez nikarim bibêjim ez Ereb im. Em Kurd in.
Mirin carek e. Kurd Kurd in û Ereb Ereb in. Mî ketiye ser lingê xwe û bizin jî ketiye ser lingê xwe (her kes li ser koka xwe ye).
Berê jî serê me jê kirine lê em nabêjin em ne Kurd in.”
Komîteya hevbeş hat avakirin
Ji bo vegerandina koçberên Reqa û Girê Spî yên ku li parêzgeha Hisîçayê û bajarê Kobaniyê dimînin, di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de komîteyeke hevbeş hat avakirin.
Tenê di rojekê de li Kobaniyê 200 malbatan (hezar û 765 kes) ji bo vegerê navên xwe tomar kirin.
Seroka Komîteya Vegerandina Koçberên Reqayê Fatmê Hisên Ehmedê li ser xebatên xwe ev agahî dan:
“Me destpêkê ji bo vegera koçberên Reqa, Tebqa, Girê Spî û Eyn Îsayê komîteyek pêk anî. Em bi Hikûmeta Sûriyeyê re jî hevahengiyê dikin.”
Mal hatine talankirin
Li Qamişloyê jî 250 malbatî (nêzîkî hezar kes) navên xwe tomar kirine.
Komîte nav, navnîşan û hejmara endamên malbatan werdigire. Her wiha daxwaza qerebûkirina wan jî tê kirin.
Berpirsê Komîteya Koçberên Reqa û Girê Spî yê li Qamişloyê Mihemed Hiso bal kişand ser rewşa malan û got:
“Ne paceyên wan hene û ne jî derî. Ne elektrîk heye ne jî pêdiviyên jiyanê.
Heta ku ji destê hikûmetê hat mal parastin lê gelek cîranan malên wan dizîne û talan kirine."
Tê texmînkirin ku hejmara malbatên Kurd ên ku ji Reqayê koçber bûne nêzîkî hezar û 600 malbatî ye.
Tê plankirin ku di rojên pêş de li Hisîça, Amûdê, Rimêlan û Dêrikê jî xebatên tomarkirina navan dest pê bikin.


