کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Mezlûm Ebdî, Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack civiyan - Wêne: Mezlûm Ebdê - X

Mezlûm Ebdî, Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack civiyan - Wêne: Mezlûm Ebdê - X

Kurdistan

Mezlûm Ebdî li ser hevdîtina xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack re daxûyanî da

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

16-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran16-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser civîna xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriye û Îraqê Tom Barrack re daxuyaniyek belav kir.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku wan gavên tevlîbûna HSDyê ya nav Hikûmeta Sûriyeyê gotûbêj kirine.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê agahiyên civînê parve kirin.

Mezlûm Ebdî anî zimên ku ew ji hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack a îro ya li Hewlêrê gelekî kêfxweş e.

Tevlîbûna nav Hikûmeta Sûriyeyê

Ebdî da zanîn ku wan di civînê de gelek dosyeyên girîng gotûbêj kirine û got:

"Yek ji wan mijarên herî girîng gavên pratîkî yên ji bo tevlîkirina hêzên me û Rêveberiya Xweser a di nav Hikûmeta Sûriyeyê de bû.

Her wiha ji bo xurtkirina proseya siyasî û aramiyê me şopandina bicihanîna peymanan nirxand."

Têkoşîna li dijî terorê

Fermandarê Giştî yê HSDyê eşkere kir ku wan tekezî li ser piştgiriya ji bo têkoşîna li dijî terorê kiriye û pê de çû:

"Em hewl didin ku li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî ya berfireh pêk were.

Ev çareserî dê beşdariya hemû pêkhateyan di nav hikûmetê de û diyarkirina paşeroja welêt garantî bike."

Rola Herêma Kurdistanê

Mezlûm Ebdî di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê jî û got:

"Rola piştgir a Herêma Kurdistanê ya di warê xurtkirina aramiya herêmî û diyaloga di navbera aliyan de gelekî girîng e.

Ev rola Herêma Kurdistanê xizmeta aştî û ewlehiya navçeyê dike."

 

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên