Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî li nêzîkî balafirgehê agir bi pirêzeyan ket.
Li nêzîkî Balafirgeha Amedê ji ber sedemeke nediyar agir derket.
Agirê ku bi pirêzeyan ket, di demeke kurt de li derdorê belav bû.
Tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê
Li ser agahdarkirina welatiyan, gelek tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çûn cihê bûyerê.
Her wiha polîsan jî li derdorê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.
Tîmên agirvemirandinê destwerdan kir û agir beriya ku zêdetir belav bibe hat vemirandin.
Hat zanîn ku ji bo tesbîtkirina sedema derketina agir dest bi xebatan hatiye kirin.


