کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Pirêzeyeke şewitandî / Wêne: AA-Arşîv

Pirêzeyeke şewitandî / Wêne: AA-Arşîv

Kurdistan

Parêzgariya Amedê şewitandina pirêzeyan qedexe kir

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

17-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran17-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, bi biryara parêzgariyê şewitandina pirêzeyan hat qedexekirin.

Bi hatina demsala paleyiya ceh û genim re, Parêzgariya Amedê biryareke girîng wergirt.

16ê Hezîranê ji bo standina tedbîran a li dijî şewitandina pirêzeyan civînek hat sazkirin.

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Birêvebirê Saziya Çandinî û Daristanan ê Amedê Ozan Akad û gelek birêvebirên saziyên parêzgehê beşdarî civînê bûn.

Birêvebirê Saziya Çandinî û Daristanan ê Amedê Ozan Akad di civînê de axivî.

Wî li ser ziyanên şewitandina pirêzeyan ên ji bo zeviyan û çandiniyê agahî dan.

Di encama civînê de li dijî şewitandina pirêzeyan hinek tedbîr hatin ragihandin û şewitandina wan bi temamî hat qedexekirin.

Biryara Parêzgariya Amedê ya li ser qedexeyê, ji hemû muxtar û jûrên çandiniyê yên parêzgehê re hat şandin.

Ceza hatin diyarkirin

Li gorî biryarê, her kesê ku donimekî pirêze bişewitîne dê 698 lîre û 62 qirûş ceza bide.

Eger pirêzeya ku hatiye şewitandin nêzîkî cihên niştecihbûnê, daristan an jî herêmên avî be, dê ceza 5 qatan were zêdekirin.

Di wê rewşê de, dê ji bo her donimekî 3 hezar û 495 lîre û 10 qirûş ceza bê birîn.

Her wiha dê tîmên kontrolê yên hevbeş werin avakirin.

Bi taybetî li navçeyên Çinar, Bismil, Farqîn û Erxeniyê ku îhtîmala şewatan lê zêde ye, dê bi serokatiya qeymeqaman civînên hevahengiyê werin lidarxistin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên