Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke bilind a Wezareta Parastinê ya Îraqê li Herêma Kurdistanê ye.
Endamekî Komîteya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Îraqê da zanîn ku şande ji bo danîna sîstema parastina asmanî ya li qadên petrolê li Herêma Kurdistanê ye.
Seed Elî Atiyê Alîkarê Sererkanê Îraqê yê Kar û Barên Operasyonan serokatiya şandeyê dike.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îraqê, armanca serdanê "dabînkirina parastina asmanî ya qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê ye".
Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed şande pêşwazî kir û şande pişt re ber bi qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê ve bi rê ket.
Sîstema parastina asmanî ya Amerîkî
Endamê Komîteya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Îraqê Şêrwan Duberdanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî:
"Ev şandeyeke teknîkî ye û ji bo danîna sîstema parastina asmanî ya li qadên petrolê hatiye serdana Herêma Kurdistanê.
Ew dê serdana hemû qadên petrolê bikin û pêdiviyên wan binirxînin."
Şêrwan Duberdanî destnîşan kir ku sîstema parastina asmanî Amerîkî ye.
Amerîka wê sîstemê dide Îraqê û hikûmeta Îraqê jî radestî Herêma Kurdistanê dike ku li qadên petrolê were danîn û wan qadan biparêze.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan jî ji Rûdawê re axivî û got:
"Ew şandeya teknîkî hatiye serdana qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê û dê rapora xwe pêşkêşî Serokwezîrê Îraqê bike.
Armanc ew e ku ji bo parastina qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê û danîna sîstema parastina asmanî û dijî dronan tedbîrên pêwîst werin wergirtin."
Hilberîna petrolê dê zêde bibe
Endamê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şêrwan Duberdanî diyar kir ku biryar e hefteya bê şirketên petrolê yên Herêma Kurdistanê dest bi hilberînê bikin û hilberîna petrolê zêde bikin û anî ziman:
"Di qonaxa yekem de dê rojane nêzîkî 200 hezar bermîl petrol ji Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê re were hinartin û pişt re dê li gorî şiyanan ev hejmar were zêdekirin."
Duberdanî her wiha eşkere kir ku Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xuzeyr Ebadî roja duşema borî li ser parastina qadên petrolê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nivîsek şandiye.
Sererkanê Îraqê Ebdulemîr Reşîd Yaralah roja yekşemê bi serokatiya şandeyeke bilind a leşkerî li Hewlêrê bû.
Mijara sereke ya wê serdanê jî çawaniya parastina qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê bû.
Garantiya parastinê xwestibûn
Ev hemû pêşhat piştî wê yekê tên ku 3yê Hezîranê şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nûnerên şirketên petrolê re çûbû Bexdayê.
Şandeyê li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re hevdîtin kiribû.
Mijara sereke ya civînê mijara petrolê, zêdekirina hilberînê, zêdekirina hinartinê û garantiya parastina şirketên petrolê bû.
Şirketên petrolê yên Herêma Kurdistanê ji bo ku dest bi zêdekirina hilberînê û hinartina petrolê ya di Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê re bikin garantiya parastinê xwestibûn.
Serokwezîrê Îraqê jî xwesteka wan qebûl kiribû û li ser vê bingehê dest bi gav û tedbîran hat kirin.

.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)