Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Mehelebiyeyê ya Mûsilê 3 zarokên ku ji bo hênikbûnê ketibûn golekê xeniqîn.
Hat zanîn ku ew her sê zarok pismamên hev bûn û temenê wan di navbera 10 û 12 salî de bû.
Li Mûsilê ji ber germa zêde zarokan xwest hênik bibin lê ev daxwaza wan bi trajediyekê qediya.
Bûyer li gundê Tweîmê yê herêma Mehelebiyeyê qewimî ku nêzîkî Çemê Dîcleyê ye.
Soza "em naçin cihê kûr" dabû
Endamê Encumena Parêzgeha Nînowayê Ehmed Duberdanî li ser mijarê agahî dan Rûdawê.
Duberdanî diyar kir ku bûyer îro piştî nîvro qewimiye.
Aliyê herî biêş ê vê trajediyê ew soz e ku zarokan berî derketina ji malê dabû malbatên xwe.
Malbatên wan anî zimên ku zarokan ji bo hênikbûnê destûr xwestiye û wan soz daye ku "ew naçin cihên kûr ên golê."
Termên wan radestî malbatan kirin
Termên her sê pismamên ku temenê wan di navbera 10 û 12 salî de bûn bi alîkariya tîman û xelkê derdorê ji avê hatin derxistin.
Termên zarokan veguhastin Saziya Tiba Dadî ya Mûsilê.
Piştî kar û barên yasayî termên wan ji bo veşartinê radestî malbatên wan kirin.



