Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi têgihîştina şaredariyeke pirzimanî û pirçandî kursên Kurmancî, Kirmanckî, Soranî, Siryanî û Ermenî saz kirin û 100 kursiyerên ku ev kurs bi serkeftî temam kir belgeyên xwe standin.
Ji bo kursiyerên ku kursên Birêvebiriya Şaxa Parastin û Bipêşxistina Zimên a ser bi Serokatiya Daîreya Karên Çand, Huner û Civakî temam kirin bernameyek hat lidarxistin.
Dersa dawî ya kursa zimanê Ermenî ji aliyê mamoste Asli Taşçiogluyê ve li Dêra Ermenan a Surp Giragosê hat dayîn.
Piştî dersa ku li Mala Bîranînê ya nivîskar Migirdiç Margosyan hat lidarxistin dest bi merasîma dayîna belgeyan hat kirin.
Birêvebirê Şaxa Parastin û Bipêşxistina Zimên Tahir Baykuşak di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew dixwazin bi têgihîştina şaredariyeke pirzimanî û pirçandî xizmetê bikin û kursên zimên jî beşeke bingehîn a vê nêzîkatiyê ne.
Baykuşak destnîşan kir ku ew dixwazin di pêvajoya bê de van kursan bikin pergaleke berfirehtir û li pey çû:
“Em hêvî dikin ku em karibin van kursan bi pêş bixin ku bibin dibistaneke zimên.
Em dixwazin pergalekê ava bikin ku mamosteyên Ermen û Siryan ên daîmî lê bin û her wiha ji bilî hemû zaravayên Kurdî perwerdeya Îngilîzî, Almanî û Fransî jî lê were dayîn.”
100 kursiyeran perwerdeya xwe temam kir
Baykuşak eşkere kir ku di destpêkê de eleqeyeke zêde ji bo kursên bêpere hebû lê pişt re ji ber sedemên cuda hejmara beşdaran kêm bû û ragihand ku piştî pêvajoya salekê 100 kursiyeran perwerdeya xwe temam kiriye.
Kurs wekî serdem hatine plankirin û perwerdeyên 120 saetî di nava 15 hefteyan de (hefteyê 8 saet) bi dawî bûye.
Kursên xwendin û nivîsandinê tên vekirin
Tahir Baykuşak ragihand ku piştî temambûna van kursan dê bernameyên havînê dest pê bikin û da zanîn ku dê kursên Kurmancî û Kirmanckî yên destpêkê û her wiha perwerdeyên xwendin û nivîsandinê werin dayîn.
Baykuşak bal kişand ser girîngiya zêdekirina rêjeya xwendin û nivîsandina bi Kurdî û anî ziman:
“Zêdebûna rêjeya xwendin û nivîsandina Kurdî dê rasterast bandorê li weşangerî û xebatên çandî, akademîk û zimên bike.
Ji ber vê yekê em plan dikin ku her serdem kursên xwendin û nivîsandina Kurdî wekî gavekê vekin.”
Baykuşak da zanîn ku dersa dawî ya Ermenî li Dêra Surp Giragosê hatiye dayîn û ev yek xwedî wateyeke taybet e û bi bîr anî ku berê li herêmê dibistan û mamosteyên Ermenî hebûn lê niha dîtina mamosteyan zehmet bûye.
Baykuşak diyar kir ku beşeke mezin a kursên Ermenî online bi rê ve çûne û her wiha destnîşan kir ku sedemeke din a hilbijartina vî cihî jî zindîkirina bîranîna nivîskarê Ermenî yê Amedî Migirdiç Margosyan e.
Piştî axaftin û muzîkê belgeyên beşdariyê dan kursiyeran.



