Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî di merasîma derçûna xwendekarên koleja leşkerî de got, “Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye.”
Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma derçûna xula 5an a xwendekarên Koleja Leşkerî ya Qelaçolanê bû û gotarek pêşkêş kir.
Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyan Nêçîrvan Barzanî ragihand:
"Hêz û mayîna Herêma Kurdistanê wê demê misoger dibe ku em di nav xwe de yek bin û berjewendiyên bilind ên niştiman bixin ser hemû gotegot û cudahiyên din.
Erkê me hemûyan e ku em parastina nav û deng, serbilindî û dîroka tijî şanazî, xebat û qurbaniyên Pêşmergeyan bikin."
Nêçîrvan Barzanî peyamek da hêz û aliyên Herêma Kurdistanê û got:
"Peyama me ya herdemî ya ji bo navxweya Kurdistanê yekhelwestî, yekîtî, tebayî û lihevkirina di navbera hemû hêz, aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê de ye."
"Hûn hêjayî jiyaneke serbilind in"
Serokê Herêma Kurdistanê li ser giringîdayîna bi debara jiyana Pêşmergeyan û başkirina jiyana wan jî axivî û anî ziman:
"Ev yek dê her tim di pêşiya karên me de bimîne, çimkî hûn hêjayî jiyaneke serbilind in."
Nêçîrvan Barzanî ji derçûyên xula 5an a Koleja Leşkerî ya Qelaçolanê xwest ku "bibin parêzerên têgeh û nirxên sivîl, demokrasî, mafên mirovan û azadiyên giştî."
Nêçîrvan Barzanî her wiha ji derçûyan re got:
"Berpirsyariya we ji îro pê ve berfirehtir û girantir dibe.
Divê hûn di nav Hêzên Pêşmergeyan de bibin parêzerên sereke yên têgehên bihevrejiyan, lêborîn û hevqebûlkirinê.
Em bi vê çandê şanaziyê dikin û vê çandê Herêma Kurdistanê ji bo hemû ol û neteweyên cuda kiriye dergûşa aramiyê.
Ev yek bûye cihê rêz û pêzanîna tevahiya civaka navneteweyî."
Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a gotara xwe de ji derçûyên koleja leşkerî xwest:
"Ti carî mebin beşek û aliyekî pirsgirêk û milmilaneyên siyasî.
Divê hûn her tim wekî hêzeke niştimanî ya Kurdistanî bimînin û li vî welatî bêyî cudahî parastina serbilindiya mirovan bikin."
"Divê gavên yekkirina Pêşmergeyan leztir bibin"
Nêçîrvan Barzanî li ser gavên yekkirina Hêzên Pêşmergeyan jî axivî û eşkere kir ku gavên ji bo wê armancê "baş hatine avêtin" û li pey çû:
"Lê xwesteka me ji wê zêdetir e û pêwîst e gav gelekî leztir bibin.
Divê sistbûnên vê pêvajoyê werin çareserkirin.
Astengî û milmilaneyên herêmî ji me dixwazin ku em rojekê zûtir vî erkî bi cih bînin.
Ev yek dê xizmeta hemû Kurdistan û Îraqê bike.
Yekbûna Pêşmergeyan garantî û bingeheke sereke ya parastina mafên destûrî û statuya federal a Herêma Kurdistanê ye."


