Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, gumanbarê ku bavê xwe bi demançeyê kuştibû hat desteserkirin.
Bûyer doh li gundê Botikan ê Çinarê qewimî.
M.D.yê 33 salî û bavê wî N.D.yê 63 salî bi hev ketin û wan nîqaş kir.
Piştî nîqaşê M.D. bi demançeyê bavê xwe kuşt û ji cihê bûyerê reviya.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de cendirmeyan bi operasyonekê M.D. desteser kir.
Hat zanîn ku kar û barên gumanbar ên li navenda cendirmeyan didomin.
.jpg&w=3840&q=75)


