Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekî 22 salî yê ku ji bo hênikbûnê ketibû çem xeniqî.
Li bajarokê Girê Sira yê Êlihê, ciwanê bi navê Îsmaîl A. ji bo hênikbûnê ket Çemê Êlihê.
Îsmaîl A. piştî demekê di nav avê de ma û nîkarîbû ji avê derkeve.
Kesên ku dît Îsmaîl A. di nav avê de winda dibe, yekser agahî da Navenda Bangên Bilez a 112an.
Li ser vê agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîman bi hewleke zêde Îsmaîl A. ji avê derxist û ew bi ambulansê veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.
Bijîşkan li nexweşxaneyê midaxeleya ewil kir lê belê Îsmaîl A. nehat rizgarkirin û mir.
Hat ragihandin ku cendirmeyan li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kiriye.

.jpg&w=3840&q=75)

