Hewlêr (Rûdaw) - Sekreteriya Giştî ya Lûtkeya Qahîreyê ya Dahênan û Karîgeriyê, Rêbiwar Taha wekî parêzgarê herî baş ê sala 2025an ê li Îraqê hilbijart.
Li gorî daxuyaniya Lûtkeya Qahîreyê, hilbijartina Rêbiwar Taha piştî nirxandineke hûr a pîşeyî hatiye.
Di nirxandinê de diyar bû ku Rêbiwar Taha “li ser bingeha nermrêyî û hevsengiyê modeleke îdarî ya bêhempa pêşkêş kiriye."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêbiwar Taha bi zanbûn Kerkûk bi rê ve biriye ku ji pêkhateyên cuda yên wekî Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhî pêk tê.
Hat destnîşankirin ku wî "dûrî alîgirên siyasî û neteweyî, ji bo xurtkirina aştiya civakî û aramiyê kar kiriye."
Komîteya amadekar a lûtkeyê ji bo dayîna vê xelatê ev pîverên sereke bingeh girtine:
- Parastina hevsengiya di navbera hemû pêkhateyan de û çespandina prensîba "îdare ji bo xizmeta hemûyan e" û dûrî hevrikiya siyasî ye.
- Rola bibandor a di aramkirina rewşa giştî û piştgirîkirina aramiyê de.
- Bilindkirina asta xizmetguzariyan û xurtkirina baweriya welatiyan a bi saziyan.
- Nasandina Kerkûkê wekî mînakeke xweşik a bihevrejiyanê.
Lûtkeya Qahîreyê platformeke pêşeng a Ereban e ku ji bo xelatkirina dahêneran a di warên karkirin û bipêşketinê de hatiye avakirin.
“Ez hatime vexwendin”
Rêbiwar Tahayê ku niha Alîkarê Yekem ê Parêzgarê Kerkûkê ye, îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Biryar e gera îsal a lûtkeyê di nîvê meha tîrmehê de bê kirin. Dê kesayet û saziyên cuda yên ji Îraq, Erebistana Siûdî, Îmarat, Misir, Behreyn, Tûnis û Umanê beşdar bibin, ez jî wekî kesayetyekî hatime vexwendin."
Rêbiwar Taha 16ê Nîsana 2026an dev ji posta Parêzgarê Kerkûkê berdabû.
Piştî wê Serokê Eniya Tirkmenan Mihemed Seman di civîna Encumena Parêzgehê de bi piraniya dengên endaman wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin û Rêbiwar Taha jî wekî Alîkarê Yekem ê Parêzgar hat destnîşankirin.


.jpg&w=3840&q=75)
