Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarên Serokê Şaredariya Îdirê ya DEM Partiyê Nesîm Yîgît, Nevzat Kesemen û Seyran Ayhan ji kar hatin dûrxistin.
DEM Partiyê ji ber sedemeke ne diyar 3 alîkarên Serokê Şaredariya Îdirê ji kar dûr xistin lê derbarê biryarê daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.
Alîkarên Serokê Şaredariya Îdirê Nesîm Yîgît, Nevzat Kesemen û Seyran Ayhan bi biryara DEM Partiyê ji kar hatin dûrxistin lê nehat eşkerekirin ku biryar ji ber çi hatiye wergirtin.
Nesîm Yîgît, Nevzat Kesemen û Seyran Ayhan di nav şaredariyê de di postên din de hatin erkdarkirin.
Hat angaştkirin ku DEM Partiyê li şûna Hevserokê Şaredariyê Îdirê Mehmet Nurî Guneş, bi awayekî demkî Endamê Meclisa Şaredariyê Adem Açilan tayîn kiriye.
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)

