Hewlêr (Rûdaw) - Komeke çekdar li nêzîkî bajarê Reqayê ciwanekî Kurd ê ji Kobaniyê revand û şkenceyeke giran li wî kir.
Koma çekdar ji bo berdana wî ciwanî 25 hezar dolar wekî fidyeyê dixwaze.
Çûbû Reqayê
Birayê wî ji Rûdawê re got, Diyar Muslimê xelkê gundê Bexdikê yê Kobaniyê, beriya 2 rojan ji bo kar bi otomobîla xwe çûye bajarê Reqayê.
Lê di rê de komeke çekdar a nenas rê lê girtiye û ew bi otomobîla wî ve biriye cihekî nediyar.
Şkence li wî hatiye kirin
Bi gotina birayî wî, çekdaran Diyar Muslim girêdaye û bi awayekî hovane şkence lê kiriye.
Piştre jî ji bo ku pereyan bistînin, dîmenên wî yên dema şkenceyê ji malbatê re şandine.
25 hezar dolaran dixwazin
Birayê wî ji Rûdawê re da zanîn ku çekdar li hemberî berdana wî 25 hezar dolaran dixwazin.
Malbata Diyar Muslim ditirse ku çekdar tiştekî bînin serî wî.
Malbat ji berpirsan dixwaze ku destwerdanê bikin û Diyar rizgar bikin.


