Riha (Rûdaw) - Futbolîstê Kurd ê navdar Denîz Undav bi performansa xwe ya di tîma Almanyayê de, bûye rojeva cîhanê.
Malbata Denîz Undav bi eslê xwe ji gundê Zewrayê yê navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Beriya ku Denîz ji dayîk bibe, malbata wî berê xwe daye Ewropayê û ew li Almanyayê ji dayîk bûye.
Koça ber bi Almanyayê ve
Sala 1987an, bavê Denîz û 6 birayên wî ji ber sedemên siyasî û aborî gundê xwe koçî Almanyayê kiriye.
Niha li gundê Zewrayê tenê kavilê mala bav û kalên wî maye.
Apê wî Kato Undav qala zarokatiya xwarziyê xwe kir û diyar kir ku wî bi têkoşîneke mezin xwe gihandiye vê astê.
"Bavê wî 2-3 kar dikirin"
Kato Undav got, "Denîz ji 10 saliya xwe ve di nav futbolê de ye. Wî gelek zehmetî û xizanî dît."
Apê wî anî zimên ku ji ber hejariyê Denîz heta wê astê hatiye ku dest ji futbolê berde û wiha pê de çû:
"Bavê wî ji bo ku ew di futbolê de bi pêş bikeve 2-3 kar dikirin. Denîz di 14-15 saliya xwe de diçû dixebitî, piştî kar jî diçû lîstika futbolê."
Dayîka wî ji Hisîçayê ye
Malbata Denîz Undav Kurdên Êzidî ne û ji eşîra Merwanan in.
Bavê wî ji Rihayê ye lê dayîka wî ji Rojavayê Kurdistanê ye.
Apê wî Kato Undav li ser vê mijarê jî agahî dan û got:
"Min bi xwe dayîka Denîz ji gundê Barzan ê Hisîçayê anî. Denîz û xwişk û birayên xwe 4 kes in."
Gundî bi wî serbilind in
Denîz Undav niha di tîma Stuttgartê û tîma neteweyî ya Almanyayê de dilîze.
Serkeftina wî ya di qada cîhanî de, li gundê wî Zewrayê jî bûye rojeva sereke û cihê serbilindiyê.
Gundiyekî Zewrayê hestên xwe wiha anîn zimên:
"Em bi Denîz gelekî serbilind in û kêfxweş in. Wî navê me, navê gundê me, ola me û Kurdbûna me li cîhanê da bihîstin."
Gundiyekî din jî got, "Ew serkeftin û serfiraziya wî ji bo me rûmeteke gelekî mezin e."
Gundiyeke jin a ji Zewrayê jî got:
"Ew xizmê me ye, gundiyê me ye. Em gelekî spasiya wî dikin. Bi saya wî serê me bilind e."
Denîz Undav heta niha qet neçûye Rihayê. Şêniyên gund bi hêvî ne ku ew rojekê warê bav û kalên xwe ziyaret bike.


